Li Şehbayê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Bi hezaran kes li Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê daketin qadan.

Di salvegera yekemîn a êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên artêşa Tirk û çeteyên wê de yên li ser Efrînê, Efrîniyên li Şehbayê daketin qadan.

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê, li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê jî bi hezaran kes dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin û berxwedana li dijî dagirkeriyê silav dikin.

'EFRÎN WÊ RIZGAR BIBE Û EM Ê LI CIH Û WARÊ XWE VEGERIN'

Meş bi dirûşma "Em bi ruhê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin, dagirkeriya Tirk ji holê rakin" pêk tê û ji bo meşê dikan û kargeh hemû hatine girtin.

Çalakger bi biryar in ku her li ber xwe bidin û diyar dikin ku wê Efrîn rizgar bibe û ew ê jî li cih û warê xwe vegerin.

Meş li navçeya Ehdasê ya Şehbayê pêk tê û wêneyên mirovên ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûne hatin hilgirtin. Di meşê de şervanên YPG/YPJ'ê yên bi çalakiyên fedayî şehîd bûn Barîn, Avesta, Îlan, Karker, Qehreman û Sîpan, her wiha wêneyên Efrînê yên bi dagirkeriyê re hatiye hilweşandin hatin hildan.

Meş didome.