Bedran Çiya Kurd: Em hêza parastina neteweyî ya tevahiya Sûriyeyê ne

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd got; “Armanca hevdîtinên wan ên sereke rizgarkirina herêmên dibin dagirkeriya Tirk de ye.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bedran Çiya Kurd têkildarî mijarên girêdayî giftûgoyên li gel hikûmeta Sûrî li Şamê û helwesta Rûsyayê, biryara Emerîka ya afirandina 'herêmên ewle' li Bakurê Sûriyê û gefên dewleta Tirkiyêyê  ji ANF'ê re axivî.

- Di destpêkê de, hûn dikarin li ser seredana MSD'ê ya li Moskowê biaxivin, li wir çi danûstandin çêbûn?

Li destpêka Cotmeha 2018'an, MSD'ê ji hêla wezareta karên derve ya Rûsî ve ji bo seredana Moskowê hate vexwendin. Ev yek pêk hat piştî hin hevdîtinên di navbera MSD'ê û Şamê de li dar ketin, her wiha piştî ku têkiliyên Rêveberiya Xweser û Rûsyayê sar bibûn, bi sedema ku Rûsya rê da Tirkiyê ku dagirkeriya Efrînê bike.

Ji wê seredanê û şûn ve, têkilî li gel Rûsyayê vegeriyan û wê bi xwe dixwest ku dergehan li gel Kurdan vekirî bihêle.

Helbet em baş dizanin ku rola Rûsî di giftûgoyên me de li gel hikûmeta Sûrî û çareserkirina doza Kurdî bi bandor e, nemaze ku dosyayên siyasî û leşkerî yên krîza Sûrî di destê wê de ne. Rûsya jî, ji hêla xwe ve, dibîne ku dosyaya Kurdî (weku ew wisa bi nav dike) bûye dozeke stratejîk di rewşa Sûrî de, û dikare sûdeyan jê bi dest bixe, bi taybetî ku ew û hin hêzên din ên navneteweyî di rikberiyê de ne.

Dema ku civînên Cinêvê li dar diketin, beyî ku nûnerên Bakurê Sûriyê tê de beşdar bin, hin civîn di navbera me û Rûsan de li bargeha Himêmîm ya leşkerî çêdibûn, lê wê demê ti çareserî nehatin dîtin bi sedema ku ti niyetên çareseriyê li cem hikûmeta Sûrî tune bûn.

Ez dixwazim bibêjim ku rêveberî, di her deman de, doza çareseriya siyasî bo krîzê dike, û her demê dixwaze ku giftûgo di navbera Sûriyê bi xwe de çêbibin, bêyî ku ti bandor ji hêzên herêmî û navneteweyî li ser wan hebin.

- Hate ragihandin ku we Nexşerêyek radestî Rûsyayê kir, tê de hin xal hene bo giftûgoyan li gel hikûmeta Sûrî, gelo ew xal çi ne?

Armanc ji hevdîtinên me bi Rûsyayê re ew e ku astengiyên li pêşiya giftûgoyên me bi Şamê re bêtin rakirin. Em dibînin ku şerê li dijî terorê ber bi dawiyê ve diçe, û hikûmeta Sûrî jî gelek dever li Sûriyê vegerande bin kontrola xwe, ev tê wateya ku dîsa hêza wê xurt bûye, û êdî nema hêzên navneteweyî doza çûyîna serokê rêjîmê dikin. Ev hemû tişt li ber çavên me ne.

Di hevdîtina me ya dawî de, em li ser mijarên ewlekarî û leşkerî axivîn, û li gorî vê yekê, divê hêzên me yên ewlekariyê û QSD'ê bibine beşek ji sîstema berevaniyê ya Sûrî, û parastina sînor bibe erkê wan yê sereke, her wiha jî sazkirina planan bo rizgarkirina herêmên ku ji hêla Tirkiyêyê ve hatine dagirkerin, û du serî de, Efrîn.

Ji hêleke din ve, me di nexşerêyê de doz kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe madeyeke destûrî, û herêmên di bin kontrola rêveberiyê de xwe bi xwe bi rê ve bibe, di çarçoveya sîstemeke nenavendî de, her wiha mafên hemû pêkhateyan yên siyasî, neteweyî û siyasî bêtin misogerkirin di destûreke nû de, wisa dê mafê fêrbûna bi zimanê dayikê jî bete parastin, di serî de mafê gelê Kurd.

Xalên din ên hatine pêşkêşkirin, mijarên aborî ne, ku dahatiyên xaka Sûrî bigiştî weke dewlemendiya niştimanî bêtin binavkirin û para hemû welatiyan tê de hebe.

- Baş e, hûn çawa helwesta Rûsî dinirxînin, gelo ew dikarin bo giftûgoyên we bi Şamê re garantî bin?

Helbet Rûsya hezeke mezin e, û berjewendiyên xwe yên herêmî û navneteweyî hene, û peywendiyên wê li gel hemû welatên ku di rewşa Sûriyê de beşdar in hene. Bi vî awayî ew dikare xwedî biryar be di hemû hûrguliyên rewşa Sûrî de. Ji bilî ku bandora herî bi hêz li ser hikûmeta Sûrî ya Rûsyayê ye.

Di hevdîtina me ya dawî de, Rûsya dixwest ku em û hikûmeta Sûrî nêzîkî hev bin, û vê carê pir îsrar li ser vê yekê dikir, û ji me re got ku ew amade ye da garantiyê bide me, û em jî ji hêla xwe ve, em vê derfetê didine wê weke ezmûnekê bo vegerandina baweriyê, piştî ku wê me di Efrînê de xapand.

- Gelo Emerîka giftûgoyên we bi hikûmeta Sûrî re dipejirînin? Ji ber ku daxuyaniyeke James Jeffrey, nûnerê serokê Emerîka di koalisyona navneteweyî de, heye, tê de ji QSD'ê daxwaz dike ku zû bi zû wan giftûgoyan nekin, û hûn çawa vê daxuyaniyê dixwînin?

Em bi çareseriya siyasî re ne, û em amade ne ku li hemû dergehan bidin da çare ji rewşê çê bibe. Giftûgoyên me bi Şamê re mijareke hundirîn e, û em hewldanên xwe dikin da wan bi pêş ve bixin, û wisa em ji Emerîkayê daxwaz dikin ku rolekê di vî warî de bileyîze.

Her layanek û berjewendiyê xwe hene, û em jî weke rêveberiyê berjewendiyên me yên niştimanî yên bilind hene, û li gorî wan û li gorî maf û daxwaz ên gelê xwe, em dixebitin. Di heman demê de, dîsa teqez dikim ku em piştgiriya giftûgoyên bi Sûriyeyê dikin.

- Serokê Emerîkî qala avakirina 'Herêmeke biewle' li bakurê Sûriyê kir, gelo ev biryar bi we re hate gotûbêjkirin? Û hêzên ku dê di wê deverê de beşdar bin kî ne?

Tişta ku di navbera serokê Emerîkî û yê Tirkî de hate gotin girêdayî 'herêma biewle', hêj ne zelal e û em bi hûrguliyên wê ne agahdar in, çimkî bi me re nehatiye gotûbêjkirin. Lê em tekez dikin ku, eger ew dever wê bi serpiriştiya Tirkiyêyê be, em bi xurtî red dikin, çimkî ev yek wê bibe sedema şikandina rewşa aram a herêmê bigiştî. Her wiha, ev hewldaneke xerab e da Tirkiyê herêmê dagir bike, piştî ku di hemû hewldanên berê de têk çûbû.

Em di rewşekê tenê de afirandina 'herêma biewle' dipejirînin, dema ku hêzên navneteweyî, bi serpiriştiya Netewên Yekbûyî, tê de belav bibin, û qedexekirina asîmanî çê bibe, wê demê em ê dilaram bin ku ti êrîş li ser herêmên me ji hêla dewleta Tirk ve nayên kirin.

- Li ser mijara teqîna Minbicê, hin leşkerên Amerîkî tê de hatin kuştin. Ev teqîn rû di dema ku serokê Amerîkî dibêje ku rêxistina DAIŞ'ê bi dawî bûye, gelo rast e ku DAÎŞ bi dawî bûye? Û çi nîşanên vê teqînê, ji hêla siyasî û ya leşkerî ve, hene?

Hin armancên vê teqînê hene. Yek ji wan da zext li Emerîkayê bibe û bi lez ji Sûriyê der bikeve. Ya dî, peyamek ji koalisyona navneteweyî re ye ku DAÎŞ hêj heye, û gerek e hêzeke din derbasî Sûriyê bibe da wê bi dawî bike. Li vir navê Tirkiyêyê tê holê ku ew dikare bi vî rekî rabe, piştî ku ew ji şerê li dijî terorê, ev qas sal, dûr bû.

Ev teqîn hate kirin da Tirkiyê derbasî herêmê bibe, lê li gorî xwendineke kûr, wê rewş ne wisa be, ez bawer im ku derketina hêzên emerîkî wê êdî nema bi lez bête kirin, çimkî Emerîkî aşkere gotin ku em ji Sûriyê navekişin ta ku DAÎŞ hebe.

Ji hêleke din ve, vekişîna hêzên emerîkî, piştî vê teqînê, nîşana têkçûyîna koalisyona navneteweyî dide,û ev yek qet ne gengaz e.

Tirkiyê li paş vê teqînê disekine, ev yek bê guman e. Gelek çeteyên Tirkiyêyê hene li wan herêmê hatine dagirkirin, ji wê derfet hene ku teqînên wisa rû bidin.

Lê tişta balkêş ew e ku hêzên koalisyonê nîqaşa bersiveke tund dikin, ez bawer im ku dê rewşeke nû bête afirandin û gelek guhertin dê çê bibin.

- Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihandibû ku wê peywendî bi Rêveberiya Xweser re kirine da li hemberî êrîşên Tirkiyê bisekine, eger ew êrîş bibin. Ti pêşinyarên planzaiyê ji hêla wê ve ji we re hatine pêşkêşkirin?

Belê, hin daxuyaniyê erênî li ser mijara giftûgoyan bi rêveberiyê re, ji Şamê der ketin, û li ser gefên Tirkiyêyê helwest destnîşan kirin, lê di warê praktîkê de hêj ti gav çê nehaine avêtin.

Tenê hin livên biçûk li derdora Minbicê hatine kirin. Ji xwe serkirdayetiya Sûrî nikare ti biryaran bistîne bêyî ku siyaseta Rûsî ber bi çav bîne.

- Di demên dawiyê de, gelek serkirdeyên navneteweyî li dijî gefên Tirkiyêyê helwest dan û doza parastina QSD'ê û Kurdan kirin, weke dîplomatekî, hûn çawa van helwestan dinirxînin, û çawa wê bandorê bike ku giftûgo bi Şamê re bi leztir bibin?

Doza Kurdî û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêguman, cihê xwe di asta navneteweyî de bi hêz girtine. Ev yek bû kelem li pêşiya Tirkiyêyê ku destêwerdaneke leşkerî yekser di herêmê de bike. Lê dîsa em dibêjin ku ev helwest ne bes in, gerek e navendên biryardanê yên navneteweyî û saziyên fermî yên welatan parastina herêma me, bi rêya Encûmena Ewlekariyê ya navneteweyî, peyda bikin, her wiha jî, divê nûnerên Rêveberiyê di civînên çareserkirina pirisgirêka Sûriyê de beşdar bikin.