YPG’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG’ê eşkere kir yên ku li Efrîn, Dêra Zor û Til Temirê şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şervanên YPG’ê yên ku li Efrîn Dêra Zor û Til Temirê şehîd bûbûn eşkere kir.

YPG’ê got; “Em serî de ji malbatên hevalên me yên şehîd ketine re û gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Em di şexsê hevrê û fermandar Merwan de, şehîdên Berxwedana Serdemê û tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soza serkeftinê nû dikin.”

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk ya li ser Efrînê ku 20’ê Çileya 2018’an da destpêkirin, hevalên me Egîd, Fedakar, Şervan û yek ji fermandarê pêşeng yê berxwedanê Merwan Amara ku gelek eniyên cûda yên şer de cîhê xwe girtin, piştî berxwedaneke bê hempa şehîd bûn.

Her hevalekî me yê şer û berxwedana me ya ku li dijî êrîşên her cûre yên hişmendiya dewleta faşîst û dagirker ya pêşxistî de şehîd bûye, di kêliya ku nirxên gelê xwe diparastin tevlê nava karwanên şehîdan bûne. Her lehengiyek sekneke xwe ya destanî heye û romaneke xwe ya ku nehatiye nivîsandin heye. Yek ji mînakên vê lehengiyê jî di şexsê fermandarê me rêheval Merwan de ya ku di berxwedanê de rolekî girîng girtibû ser xwe, derketiye holê.

 Rêhevalê me Merwan, di pêvajoya ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û hin kom çeteyên din dijwar bûbû û berxwedanî bilind bûbû, di eniyên şer ên herî pêş de cihê xwe girtiye. Bi qasî ku hevrê Merwan şerkerek baş bû, erka xwe ya fermandariyê û berpirsyariyên xwe yên demê bi hişyariyeke mezin pêk aniye. Bi taybetî jî di pêngavên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pêş ketine de, di şer de bi şêwaz û taktîkên xwe yê fermandariyê sira serkeftinê derxistiye holê. Bi felsefeya azadiyê ve xwedî jiyanek dilnizim bû. Li hemberî êrîşên dijwar ên ku di şexsê Rêber APO de li dijî tevahî gelê Kurd pêk dihatin, kîna xwe vediguherand çalakiyê û di şexsê çeteyên DAÎŞ’ê de li hemberî hêzên dagirker bi zanebûna ku pêwîste heya dawî şer bike tevgeriya û berpirsyariyên xwe bicîh anî. Hevrê Merwan, di serî de pêngavên rizgarkirina Reqa û Bagera Cizîrê, tevlê gelek pêngavan bû. Di her pêngavê de bi xwînsariyek mezin plansaziya rast pêş xist, bi ezmûnên xwe yên şer, şervanên xwe dixiste tevgerê. Bi vî rengî jî bû fermandarek mînak. Di ‘Berxwedana Serdemê’ de li dijî dagirkeriya Efrînê, li yek ji qadên herî dijwar ên şer de, li qada Cindirêsê hevrê Merwan di asta fermandartiyê de cihê xwe girt, bi taktîkên dewlemend derbên giran li dijmin xist. Di vî şerê berxwedaniya bê hempa de, tevî rêhevalên xwe tevlê karwanên şehîdan bûye.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Egîd Cesur

Nav û Paşnav: Bîlal Ayayna

Navê Dayikê: Menîce

Navê Bav: Mehmetcan

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Şiyê / 13’ê Adarê 2018’an

***

Nasnav: Fedakar Amed

Nav û Paşnav: Mazlum Oruç

Navê Dayikê: Ezîze

Navê Bav: Tehsîn

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Qurtqulaqê / 12’ê Adarê 2018’an

***

Nasnav: Merwan Amara

Nav û Paşnav: Mehmet Şîrîn Gûltepe

Navê Dayikê: Gûlîzar

Navê Bav: Qasim

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 22’ê Sibatê 2018’an

***

Nasnav: Şervan Zaza

Nav û Paşnav: Yaqup Yakişir

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Mehmet Elî

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 7-8 Adarê 2018’an

 Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, operasyonên ku li gundewarên herêma Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tên lidar xistin de derbên giran li çeteyan tê xistin û hebûna çeteyan ya vê herêmê jî her ku diçe ber bi dawî dibe. Di encama van operasyonan de hevalên me Çekdar û Leşker piştî berxwedaniyeke bê hempa ku li dijî çeteyan raber kirin şehîd bûn.

 Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Çekdar Rêdur

Nav û Paşnav: Mazlum Çîmen

Navê Dayikê: Şefîqa

Navê Bav: Liyattîn

Cih û Demê Şehadetê: Dêrezor / 17’ê Çileya 2019’an

***

Nasnav: Leşker Amed

Nav û Paşnav: Welî Molayî

Navê Dayikê: Mehmer

Navê Bav: Fuat

Cihê Jidayikbûnê: Ûrmiye

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 21’ê Çileya 2019

Rêhevala me bi nasnav Hîra Viyan Amed ku li herêma Til Temirê erkê xwe pêk di anî, di heman herêmê de encama qezayekî trafîkê de, 21’ê Çileyê şehîd bû.

Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ne;

Nasnav: Hîra Viyan Amed

Nav û Paşnav: Songûl Ektî

Navê Dayikê: Nuran

Navê Bav: Fesîh

Cih û Demê Şehadetê: Til Temir / 21’ê Çileya 2019’an