Şehîdên QSD’ê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan spartin axê.
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan spartin axê.
welatiyên navçeya Şedadê û El-Erîşe yên kantona Hesekê, cenazeyê şervanên QSD`ê Ehmed El-Asî (Yûsif), Cîhad Ehmed (Erîşe), Mihemed El-Elî (Demhat) û Şerîf Elî (Xalid Deşîşe) ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li gundewarên Dêra Zorê de şehîd bûne, li Goristana şehîdan a Şedadê spartin axê.
welatiyan cenazeyên her 4 şehîdan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina Hêzên Erka Xweparastinê destpê kir.
Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbatên her 4 şehîdan re xwest û got şehîd ji bo azadî û aramiya gelê herêmê canê xwe feda kirine.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Piştre jî cenazeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyan spartin axê.