cenazeyê 4 şehîdên YPG/YPJ û QSD’ê hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 4 şehîdên YPG/YPJ’ê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Xebat û Goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanên YPG‘ê Mezlûm Çîmen (Çekdar Hesekê) Wanî Malayî (Leşker Amed) şervana YPJ‘ê Sungul Aktî (Hîra Viyan Amed) û şervanê QSD‘ê Xalis Mihemed (Alan Merzûqa) ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji sedan wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji aliyê şervanên YPG‘ê destpê kir. Piştre ji fermandarên QSD‘ê Mensûr Delîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku şehîd berhemên têkoşînê ne û bi keda wan serkeftinên mezin hatin bidestxistin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser jî Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û axivî û ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweser berhema felsefeya neteweya demokratîk ku gelên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine yek, bi saya vê felsefê gel bûne yek û xwîn di çeperan de tevlî hev bûn."

Malbatên şehîdna jî anîn ziman ku soza xurtkirin û bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenezeyên şehîd Hîra Amed, Leşker Amed û Çekdar Rêdûr li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê û cenazeyê şehîd Alan Merzûqa li Goristana şehîdan a Til koçerê hatin veşatin..