‘Bi wêne û helbestên xwe em ê Efrînê rizgar bikin’

Yekîteya Rewşenbîrên Efrînê ji bo dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê protesto bikin pêşangehek wêneyî, hin helbest û fîlmek, pêşkêş kirin.

Ji bo dagirkeriya Tirkiyê û çetyên wê protesto bikin seat 13.00'an li kempa Serdemê Yekîteya Rewşenbîrên Efrînê pêşengehek wêneyî, hin helbest û fîlmek pêşkêş kirin.

Wêneyên pêşengehê bi destê mamoste Henîf, mamoste Erdelan, mamoste Lodmêle û mamoste Şervîn hatibû amadekirin. Mijarê wêneyan bi piranî li ser dagirkirina dewleta Tirk li ser herêma Efrînê ye her wiha hin wêneyên jî êşkenceyên gelê Efrînê yên ku di kampan de bi cih dibin, şirove dikirin. Li vir jî mamoste Henîf Hemo bi ajansa ANF'ê re axivî û got: "Piştî ku em penaberî herêma Şehba yê bûn, min hin babet ji bo çêkirina wêneyan anî û yekemîn wêne yê ku min li Şehbayê çêkirî rengê reş û sor tê de bal dikşîne her wiha mirovek ku bi rengê reş hatibû çêkirin. Di wêneyê de hebû û xuya kir ku ev mirov mîna dagirkeriyê ye û rengê sor, rengê xwîna şehîdên Efrînê ye her wiha rengê kesk jî heye ew reng, rengê şînkahiyê Efrînê ye."

Di vê derheqê de Hêvîn Reşîd yek ji şêniyên Efrînê wêneyek bala wê kişand û got: "Wêne roja reştirîn nîşan dide ku koçberiya gelê Efrînê şirove dike û roja reş roja êrîşê dagirkeriyaTirkiyê li ser Efrînê ye."

Piştre jî helbestvan Mihemed Welîd, helbestvan Mihemed Ramadan û zaroka bi navê Xelîl Mûse helbestên xwe xwendin. Mijara helbestê hemû helbestvanan li ser dagirkirina Erînê ye.

Herî dawî fîlmek li ser rewşa Efrînê berî dagirkeriyê û piştî dagirkeriyê hate pêşkêş kirin. Di fîlmê de rewşa gelê Efrînê dema ku dewleta Tirkiyê êrîşa wan bi teknîkên herî pêşketî hat diyar kirin her wiha rewşa sivîl û zarokên Efrînê dema ku birîndar dibûn hat xuya kirin.