Cenazeyê Şehîdê QSD‘ê Dilşêr spartin axê

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD‘ê Hemze El-Selmo (Dilşêr) ê di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bibû li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê.

Merasîm cenazeyê şehîdê QSD’ê El-Selmo bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji aliyê şervanên YPG‘ê ve destpê kir.

Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd Dilşêr re xwest û anî ziman ku şehîdan ji bo parastina gel û ewlehiya xwe feda kirin, ji ber wê pêwîste xwedî li keda wan were derketin.

Fermandarên YPG‘ê Harûn Tirbespiyê jî soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina jiyaneke bi azad û rûmet da.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Dilşêr bi dirûşman spartin axê.