Şehîdên Bagera Cizîrê li Reqa û Dêra Zorê hatin veşartin

Şervanên QSD’ê û Erka Xweparastinê yên Di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, li Reqa û Dêra Zorê bi merasîmên hatin lidarxistin hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma El-Kerama ya girêdayî bajarê Reqayê ji bo cenazeyê şervanê QSD‘ê Ehmed Ebid El-Misîr ê li qada Selamayê kom bûn. Piştre jî cenaze ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a bajarê Cidêdat ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan endamê saziyê Ehmed El-Suhêl, li ser navê QSD`ê Fermandar Ebû Casim El-Reqawî û li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Hevserokê Meclîsê El-Mişeleb El-Derwîş axivîn.

Kesên axivîne sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û destanîşan kirin ku şehîdan tiştê herî biha dan heta Reqa û Dêra Zorê ji terorê rizgar kirin.

Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd Ebû Xetab di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyan hate veşartin.

DÊRA ZOR

Bi sedan welatiyên herêma Ebû Xeşeb a girêdayî bajarê Dêra Zorê cenazeyê 3 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadî ya Ebû Xeşeb veşartin.

Welatiyan cenazeyên şehîdan Meter Necim El-Deham, Ebd Osman El-Casim û Zuhêr Feyad El-Feyad ên di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, ji deriyê ketina herêma Ebû Xeşeb wergirtin û bi kerwanekî bi heybet berê xwe dan Goristana Şehîd Xidir El-Hemadî.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Li ser navê Meclîsa Zagonsaz a Dêra Zorê endamê Meclîsê Xelef El-Esed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û got: "Em bi ciwanên xwe serbilind in, ew lehengîn rasteqîn in, bi saya wan em serbilind in."

Fermandarên Hêzên Erka Xwe Parastinê Selîm soza şopandina rêya şehîdan ta rizgarkirina hemû herêman ji terorê da.

Piştre jî nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Di dawiya marasîmê de cenazeyê şehîdan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.