Şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Cenazeyê 7 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehî bibûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên kantona Hesekê cenazeyê şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" Mihemed El-Mihemed (Dijwar Rustem), Mecid Siyad (Dilşêr Hesekê), Selah Necim (Demhat Hesekê), Emar Nasir (Ciwan Hesekê), Luey Ehmed (Xerîb Dijwar), Hisên El-Eswed (Yûsif), Ehmed El-Eswed (Dilyar), Îbrahîm El-Îsa (Egîd Hesekê) û endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mehmûd El-Ewed ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina Hêzên Asayîş û şervanên QSD’ê ve destpê kir.

Li ser navê Desteya Karûbarên Şehîdan Îdan El-Efînî û Hevserokatiya Meclîsa Kantona Hesekê Semer Abdullah û li ser navê hêzên leşkerî Şiyar Delîl axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin serkeftinên gelê herêmê bi destxistine berhemên keda şehîdan e.

Her wiha hate gotin, çawa şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê herêmê di çeteyên DAÎŞ‘ê rizgar kirin wê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê jî têk bibin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.