Du rojên dawî 5 hezar kes ji DAÎŞ'ê reviyan û xwe li QSD'ê girtin

Dema operasyonên QSD'ê yên li Dêrazorê, ji Duşemê û vir ve nêzî 5 hezar kes ji çeteyên DAÎŞ'ê reviyan û xwe li QSD'ê girtin. Di nav van de bi sedan endamên çeteyan jî hene.

Li gorî Mala Çavdêr a Mafê  Mirovan a Sûriyê Sêşemê 3.500 kes bi destê QSD'ê hatin rizgarkirin. Hate diyarkirin ji Duşemê û wir ve 4.900 kes ji çeteyên DAÎŞ'ê reviyan.

Piraniya sivîlan ji malbatên çeteyan pêk tên, di nav van de hate gotin 470 kes ên ku endamên çeteyan in radestî QSD'ê bûn.

DI QADEKE 10 KM2 DE ASÊ MAN

Di qonaxa dawî ya operasyona Dêrazorê de çete li bara QSD'ê têk diçin. Hate gotin çete di qadeke 10 km2 de asê mane.

Di operasyonê Hecîn, Sûse El Şafaa û gelek herêm hatin rizgarkirin. QSD li navçeya Baxozê, ku tenê ev cih di dest çeteyan de maye, pir bi pêş ve çûn. Nîvê Baxozê êdî di kontrola QSD'ê de ye.

JI KANÛNÊ Û VIR VE 27 HEZAR KESÎ XWE LI QSD'Ê GIRT

Ji herêmên ku di deste çeteyan de bûn, ji Kanûnê û vir ve 27 hezar kesî xwe li QSD'ê girt. Li gorî Mala Çavdêr di nav van de 1.800 endamên çeteyan ên teslîmbûyî jî hene.

Midûrê Mala Çavdêr Ramî Evdil Rehman hin endamên çete teslîmbûnê red dikin, lê êdî qadên dawî yên di destê wan de jî ji dest wan diçe.