Dewleta Tirk li Efrînê li ser êgir e

Berxwedêran, ji roja ku Efrîn hate dagirkirin û vir ve nahêlin bêhn biçe ber dagirkeran. Dewleta Tirk tevî hemû hewldanên xwe jî nikare herêmê bi rê ve bibe.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ku 20'ê Çileya 2018'an dest bi êrîşên li ser Efrînê kir û 18'ê Adara 2018'an Efrîn dagir kirin, zêdeyî 10 meh in nikarin Efrînê bi rê ve bibin û mîna li ser êgir in. Artêşa Tirk ku bi 33 komên xwe yên çete re bi hemû rêbazên hovane tevdigere, 10 meh in rojekê jî bêhn nehatiye ber. Li pêşberî çalakiyên YPG, YPj û hêzên Efrînî bêçare mane.

Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, hêzên YPG û YPJ'ê derbasî qonaxa têkoşîna gerîla bû. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê û Hêzên Rizgariya Efrînê gelek çalakî pêk anîn û dewleta Tirk a dagirker neçar ma li pêşberî van çalakiyan gelek carna rewaş awarte ragihîne.

EFRÎN DI NAVA ÇETEYAN DE PAYÊ KIR

Dewleta Tirk bi 33 komên çete êrîşî Efrînê kir û Efrîn piştî dagirkirinê di nava çeteyan de payê kir.

Navçeya Şiyê: Çeteyên Suleyman Şa (Eleˊmşet), Lîwai Elweqas û Ehbab Elmistefa.

Navçeya Cindirêsê: Ehrar Elşerqiyê, Ceyş Elşerqiyê, Elmunteser Bilah, Tevgera Nûr Eldîn Elzenkî, Feylaq Elşam, Lîwai Semerqend, Ensar Humus, Ehfed Elsehabê û Ibni Teymiyê.

Navçeya Bilbilê: Sûltan Murad, El Hemzet, Siqûr Elşam, Feyleq Elmecid û Lîwai 12.

Navçeya Mabeta: Munteser Bileh, Mueˊtesem Bileh, Ehfed Elresûl û Lîwai Elfeteh.

Navçeya Şera: Sûltan Murad, El Hemzet, Cund Elîslem û Lîwai 55.

Navçeya Raco: Ehrar El Şam û Ehrar El Şerqiyê.

Navçeya Şêrawa: Sûltan Murad, El Hemzet, Feylaq Elşam.

Navenda Efrînê: Feyleq Elşam, Siqûr Elkurd, Lîwai Elşemal, Elsefwa Elîslemiyê, Koma Begara, Sûltan Murad, El Hemzet, Lîwai Semerqend, Elşerqiyê, Ehfed Elresûl – Elcebhe Elşemiyê, Firqa 23 - Elmueˊsetm Bileh, Ceyş Elîslam û Koma Mixêber.

Her wiha hin çete li gelek herêman belav kir.

FERMANAN JI ARTÊŞA TIRK DIGIRIN

Dewleta Tirk heman piştî dagirkeriyê, li her navçeyê ji çeteyên xwe û malbatên wan meclîs ava kir. Îdîa kir ku rêveberiya sivîl radestî van meclîsan û rêveberiya leşkerî jî radestî koalîsyona çete ya bi navê 'Artêşa Milî' kiriye. Lê bele ev qaşo meclîs û artêşa milî, fermanên xwe hemûyan ji dewleta Tirk digirin. Heta ku agahî û destûra dewleta Tirk tinebe, nikarin ti guhertinê bikin. Karê 'xizmetê û îdarî' li Walîtiya Kîlîsê tê koordînekirin. Tevî ku dewleta Tirk îdîa dike ku 'her tişt normal bûye', lê li Efrînê her tişt li gorî sîstema leşkerî tê birêxistinkirin û efserên Tirk fermanan didin.

MECLÎSA PÊLÎSTOK A ENKS'Ê

ENKS'ê ku YPG, YPJ û PYD sûcdar dikir ku li Efrînê cih nedaye wan, di dagirkirina Efrînê de bi dewleta Tirk re hevkarî kir. Tevî ku dewleta Tirk hin soz dan ENSK'ê, lê di rêveberiya Efrînê de ti rol û însiyatîf neda wan. 10 roj piştî dagirkirina Efrînê, rêveberekî ENSK'ê yê bi navê Fûad Elîko tevlî nûçeyên qenala Rûdaw TV bûbû û diyar kiribû ku wan û dewleta Tirk li hev kirine, ew piştgiriyê didin dagirkeriyê, bi vî rengî li xwe mikur hatibû.

6 komên çete yên ser bi ENKS'ê tevlî êrîşên dagirkirina Efrînê bûbûn. Di dema dagirkeriyê de deng ji van derneket. Ji ber ku hemû noker jî bin, ji ber ku Kurd in ji aliyê dewleta Tirk ve hatin pûçkirin. Li Efrînê hejmara ENKS'iyan niha gelekî kêm bûye. ENKS'iyên niha li Efrînê ji bo Îstîxbarata Tirk a Milî karê sîxuriyê dikin.

TÊKOŞÎNA BI RÊBAZA GERÎLA

Hêzên YPG û YPJ'ê, di Berxwedana Serdemê de 18'ê Adara 2018'an derbasî qonaxa duyemîn bûn. Li gel dagirkeriyê jî şervanan Efrîn ji dewleta Tirk re nehiştin û vê carê li nava Efrînê bi yekîneyên biçûk dest bi têkoşîna xwe ya bi rêbaza gerîla kirin.

Hêzên YPG û YPJ'ê ji roja destpêkê ve derbên giran li çeteyan xistin û ji 18'ê Adarê ve 147 çalakiyên cuda pêk anîn. Di encamê de 350 dagirker hatin kuştin. Di vê berxwedanê de 56 şervanên YPG/YPJ'ê şehîd bûn.

MEHMÛD: BÊHN NEHAT BER WAN

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku 80 ji sedî yê gelê Efrînê ji bajêr derketine û got, "Dewleta Tirk demografiya Efrînê diguherîne. Wekî din, li şûna mejî û sîstema demokratîk a li Efrînê, sîstemeke terorê diafirînin. ji ber vê yekê, komên terorîst li Efrînê bi cih kirin. Hêzên me jî li nava Efrînê bi rêbaza gerîla çalkaiyan pêk tînin. Ji roja destpêkê ya qonaxa duyemîn ve ji ber çalakiyên hêzên me bêhn nehatiye ber dagirkeran. Hêzên me têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê didomînin... Têkoşîna me ya canbexşane wê heta rizgariya Efrînê bidome."

XEZEBA ZEYTÛNÊ LI WAN KET

Efrîniyên ku ji têkoşîna YPG/YPJ'ê cesaret girtin, Hezîrana 2018'an Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ava kirin. Heta niha zêdeyî 100 çalakî kirin û dîmenên wan jî li ser Facebookê weşandin. Xezeba Zeytûnê bû tirsa dilê dagirkeran. Di demeke kin de mezin bû û ji Îdlib, Şehba û herêmên din ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, tevlîbûn ji bo Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çêbûn.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê derbên leşker û çeteyên Tirk xistin û gelek fermandarên çeteyan ên weke  Feylaq Şam, Cebet El Şamiye, Sultan Murat di çalakiyan de hatin kuştin.

HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ

Bi navê Hêzên Rizgariya Efrînê, rêxistinbûneke nû 18'ê Kanûna 2018'an ava bû. Bi gelek çalakiyên xwe yên xurt bal kişand ser xwe.