Hinek deverên dikevin Boxaza Jorîn ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin

Şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêşve diçin, hinek deverên dikevin eniya Boxaza Jorîn ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Komeke din a çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî hêzên QSD’ê kirin.

Li eniya Baxoza Jorîn şerê giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAÎŞ‘ê de rû dide. Şervanên QSD‘ê gelek bajarok, gund û sivîl ji çeteyan rizgar kirin, her wiha êrîşên çeteyan ên li ser nuqteyên şervanan şikandin.

şervanên QSD‘ê yên li eniya Baxoza Jorîn êrîşên çeteyên DAÎŞ‘ê ya li ser nuqteyên şervanan şikandin û deverên nû û gelek sivîl ji çeteyan rizgar kirin.

Hate ragihandin ku di saetên nîvro de komeke din a çeteyên DAÎŞ‘ê ku piraniya wan biyanî ne xwe radestî QSD‘ê kirin.

Şervanê QSD‘ê Kamîran Hesekê diyar kirin ku şerê wan ên li dijî çeteyan li gundê Baxozê giran e û çete hemû cure çek bi kar tînin.

Kamîran destnîşan kir ku wan dest bi xebatên paqijkirina rê û deverên ji aliyê çeteyan ve hatine mayînkirin kirine da ku sivîlan xilas bikin.