ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê cenazeyê du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Cenazeyê du cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hat veşartin. -
Dagirker Til Rifatê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Til Rifat a Şehbayê bombebaran dikin. -
Dayîkên Kobanê: Em ê şev û roj li qadan bin
Dayîkên Kobanê diyar kirin ku ew ê şev û roj li qadan bin û gotin, “Em ê her tim berxwedanê xurt bikin û serkeftin wê ya me be.” -
Cenazeyê Fermandar Jiyan Tolhildan hate veşartin
Cenazeyê Fermandara QSD û YAT’ê Jiyan Tolhildan li Goristana Şehîdan a li Taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê hezaran kesan ve hate veşartin. -
Li Dêrazor û Tebqayê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Li Dêrazor û Tebqayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî Til Rifetê dike - HATE NÛKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Komîna 14’an a navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê topbaran dike. -
Jinên Qamişlo li ber avahiya NY’ê çalakî li dar xist
Jinên Qamişlo li ber avahiya NY’ê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedef girtina sê fermandarên YPJ’ê şermezar kirin. -
Li Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk û bêdengiya Rûsyayê xwepêşandan hat kirin
Îro bi sedan kes li Herêma Firat bi armanca şermezarkirina bêdengiya Rûsiyayê ya li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk a li ser pêşeng, welatî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirgeha hêzên Rûs a li Sirînê xwepêşandanek lidar xistin. -
Eşîr û pêkhateyên Hesekê li dijî êrîşên dagirkeriyê derketin
Eşîr û pêkhateyên bajarê Hesekê diyar kirin ku eger dewleta Tirk êrîşê herêmên wan bike, wê Tirkiye rastî berxwedaniyeke mezin a gel were. -
Li Dêrik û Şehbayê şehîd hatin bîranîn
Li bajarê Dêrikê yê Rojava ji bo 91 şervanên ku di demên cihê de şehîd bûne, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Li Şehbayê jî ji bo endama YAT’ê Barîn Botan konê sersaxiyê hate vekirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 kes revandin
Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê 2 kes revandin. -
QSD: Hêzên me 3 sîxur girtin
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan sê sîxur girtine û bi agahiyên ku van sîxuran dane fermandar û şervanên QSD’ê hatine şehîdxistin. -
Dewleta Tirk Eyn Îsa bombe kir: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi dronan li gundê Seyda yê Eyn Îsayê da, 2 kes birîndar bûn. -
Bekir: Kesên ku fêrî destwerdanên lezgîn dikin, dikarin xwe biparêzin
Cemal Bekir diyar kir ku wan li ser banga Rêveberiya Xweser dewreyên perwerdeyê yên Destwerdana Lezgîn dane destpêkirin û destnîşan kir ku gelek ciwan beşdarî perwerdeyê bûne. -
Şêniyên Kobanê: Wê ala berxwedan û têkoşînê her tim bilind be
Şêniyên Kobanê teqez kirin ku çawa wan DAÎŞ têk bir, ew ê dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin û destnîşan kirin ku sala 2014’ê sînor di destê çeteyan de bû, dewleta Tirk a faşîst çima wê demê qala hêrêmên bi aram nedikir? -
Cenazeyê Şehîd Barîn Botan hat veşartin
Cenazeyê endama YAT‘ê Barîn Botan ya ku di 22’ê Tîrmeha 2022’an de bi Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan û Fermandar Roj Xabûr re di encama êrîşa balafireke bêmirova a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Şehbayê hate veşartin. -
Artêşa Tirk gundê Til Zîwan ê Qamişlo topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Zîwan ê rojhilatê Qamişloyê topbaran dikin. -
Cenazeyê Barîn Botan gihişt Şehbayê
Cenazeyê Fermandara YAT’ê Barîn Botan ya ku di 22’ê Tîrmeha 2022’an de di encama êrîşa balafireke bêmirova a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, gihişt Şehbayê. -
Terora Enqerê ya li Efrînê: Kesek hat revandin
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ku bi temamî rejîmeke terorê li wir avakiriye welatiyeke din revand. -
Rêveberiya Xweser banga berpirsyartî girtinê li Koalîsyona Naveteweyî kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser QSD’ê û YPJ’ê, banga li Koalîsyona Navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. -
Rêveberiya Xweser zêdetirî 140 jin û zarok radestî Tacîkistanê kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 jin û 104 zarokên ku ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê pêk dihatin, radestî Tacîkistanê kir. -
Dewleta Tirk bomberdûmana li ser gundên Şehba û Hesekê didomîne
Dewleta Tirk a dagirker bomberdûmana li ser gund û qadên li Şehba û Hesekê didomîne. Hate diyarkirin dewleta Tirk li Şehbayê li baregeheke rejîma Şamê jî daye. -
Li Eyn Îsayê nerazîbûn nîşanî Rûsyayê dan
Gelê Girê Spî meşiya ser baregeha Rûsyayê ya li Eyn Îsayê û nerazîbûn nîşan da ku Rûsya li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e. -
Fermandar Jiyan, Barîn û Roj bi merasimekê hatin birêkirin
Cenazeyê Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan bi merasimekî girseyî hatin birêkirin. -
Li Reqa û Qamişloyê çalakiyên protestoyî yên girseyî
Li Reqayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk, bi daxwaza girtina qada hewayî ya herêmê ji firînê re meş hat lidarxistin, li Qamişloyê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê heta şermezarkirin.