Rêveberiya Xweser banga berpirsyartî girtinê li Koalîsyona Naveteweyî kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser QSD’ê û YPJ’ê, banga li Koalîsyona Navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de bang li civaka navneteweyî kir ku bêdengiya xwe bişkîne û li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker raweste.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Di demekê de ku civaka navneteweyî pesnê têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hemahengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li Sûriyeyê, di têkbirina terorîzma cîhanî ya ku DAÎŞ û komên din ên terorîst nûnertiya wê dike, dide. Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker şerê xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê û hêzên wê yên leşkerî yên ku di bin sîwana QSD’ê de ava kirine û li gelek erdnîgarî ji bêdengiya navneteweyî sûd werdigirin û hin helwestên şermok ên ku ne li gorî asta têkoşîn û qurbaniyên ku hatine dayîn û ne li gorî armancên civaka navneteweyî di nav têk birina terorê de ne, zêde dike. Bi taybetî piştî ku hemû armancên dewleta Tirk bi ser neketin, mîna ku bi eşkere dibêje yan ez ê piştgiriya terorê bikim an jî ez ê şerê hêzên ku şerê terorê dikin, bikim. Bi taybetî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku çareseriyên berfireh û yekgirtî ji bo qeyrana ku em tê de ne, ava kirine.

Di asteke berbiçav de, bi taybetî piştî civîna Tehranê; roja Înê 22’ê Tîrmehê amûrên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşeke xayîn bi rêya dronê li dijî fermandara Yekîneyên Antî-Terorê Jiyan Tolhildan û hevalên wê pêk anîbû. Piştî vê êrîşa xayîn, gihîştin asta şehadetê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Jiyan û hevrêyên wê Roj û Barîn li gel Koalîsyona Navneteweyî şerê DAÎŞ’ê û rêxistinên terorîst kirine. Ji bo wê jî em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku beriya her kesî di şerê li dijî DAÎŞ’ê û hemû kesên ku di têkoşîna li dijî terora cîhanî rê li ber wan digirin, bi berpirsyartiya xwe rabe. Her wiha em bang li civaka navneteweyî, yên fermî û sivîl dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û helwestên xwe yên şermok derbas bikin, li hember hovîtiyên dewleta Tirk bisekinin û wê li ser sînorên wê yên erdnîgarî û siyasî rawestînin.”