Cenazeyê endama YAT‘ê Barîn Botan ya ku di 22’ê Tîrmeha 2022’an de bi Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan û Fermandar Roj Xabûr re di encama êrîşa balafireke bêmirova a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrez a Kantona Şehbayê bi merasimek girseyî hat veşartin.
Girseya gel cenazeyê şehîd Barîn Botan ji nexweşxaneya Avrîn wergirt û ber bi Goristana Şehîdan ve ket rê. Di merasimê de wêneyên şehîdan û alên YPJ’ê hatin hildan.
Li goristanê endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Berko axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hemû şehîdên azadiyê re xwest. Berko hevkariya hêzên navneteweyî ya bi dewleta Tirk a dagirker re ku komkujiya li dijî gelên herêmê bi rêya balafirên xwe yên bêmirov û biçek pêk tîne, şermezar kir.
Piştre Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û di şexsê şehîd Jiyan, Roj û Barîn de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî. Şîraz Hemo, wiha axivî: “ Em îro, 3 sembolan ku li asîmanê azadiyê şewq dan, diveşêrin ku zilm qebûl nekir in û jiyana azad pejirand in. Lê dewleta Tirk a dagirker ku wateya demokrasiyê nizane, ew kirin hedef. Siyaseta xwe ya dijber bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî gihand qadên navneteweyî.”
Şîraz Hemo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare ewlehiyê ji kesekî re peyda bike, ji ber ku herêmên dagirkirî jêdera terorê ne.
Piştre endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rûhat Ehmed nasnameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wê kir.
Cenazeyê endama YAT‘ê Barîn Botan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ sipartin axê.