ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cîhan Xelîl: Gel xwe ji Rewşa Awarte re amade dike
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Cîhan Xelîl diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hestyariya ‘em ê xaka xwe biparêzin’ bi aktîv tevlî seferberiyê dibe. -
Heyva Sor a Kurd êrîşên dagirker protesto kir
Heyva Sor a Kurd êrîş û gefên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, şermezar kir. -
Fermandariya Giştî ya QSD’ê şoreş pîroz kir
Fermandariya Giştî ya QSD’ê got “Divê em xwe rêxistin bikin, bi saya şehîdên xwe em destkeftinên xwe biparêzin.” -
Êrîşa çeteyan a li gundê Mihsenlî hate şikestin
Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir çeteyan hewl dane têkevin gundê Mihsenlî yê Minbîcê û hêzên wan ev êrîş şikandine. -
Artêşa Tirk bi doçkayê li gundê Hirbil ê Şehbayê da
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din bi doçkayê li gundê Hirbil ê kantona Şehbayê dan. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 saliya Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çoş hate pîrozkirin. -
Li Şehbayê salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Li navçeya Fatînê ya Kantona Şehbayê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava, şahiyek hat lidarxistin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 kes revandin
Dewleta Tirk li Efrîna ku dagir kiriye 3 kesên din revandin. -
Dewleta Tirk bombe li Til Rifetê barand: 2 leşkerên Şamê birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bemirov a bombebarkirî êriş bir ser nuqteyeke artêşa Şamê ya li Til Rifetê. Di encamê de 2 leşker birîndar bûn. -
YPG/YPJ: Em ê şoreşê biparêzin û mayinde bikin
Fermandariyên Giştî yên YPG û YPJ'ê bi daxuyaniyan salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin û destnîşan kirin ku ji bo parastina gel û şoreşê ew ê şoreşê mezin û mayinde bikin. -
Çirûska jiyana nû: 19’ê Tîrmeha 2012’an
Çirûska 19’ê Tîrmehê tê wateya ku pêkhateyên herêmê ji zilm û koletiya rejîma Sûriyeyê hatine rizgarkirin. Bi taybetî Kurdên li herêmê dijîn, ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve rastî her qirkirin û tunekirinê hatin. -
Rojnamevan Mistefa Mihemed li Kobanê li ser gora xwe hate bîranîn
Rojnamevan Mistefa Mihemed di salvegera 6'an a şehadeta xwe de li gora xwe ya li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate bîranîn. -
'Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de jina Kurd bû nimûneya jina ji xwe bawer'
Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Bûtî li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî û diyar kir ku di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de jinê gelek destketiyên mezin bidest xistin û bû nimûneyeke ji jina ji xwe bawer. -
Eyşe Efendî: Me soz dane zarokên xwe
Eyşe Efendî di salvegera 10'emîn a şoreşê de işaret bi gef û êrîşên li ser Rojava kir û got, "Em dilsozê wê sozê ne ku li ser darbestan me dan zarokên xwe. Em ê şoreşê biparêzin." -
Emîne Osê: Em ê şoreşê biparêzin
Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê destnîşan kir ku ji bo parastina destketiyên Şoreşa Rojava wê heta dawiyê li ber xwe bidin. -
PYD û Kongra Star peyamên pîrozbahiyê dan
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Starê bi wesîleya 10. salvegera Şoreşa Rojava peyamên pîrozbahiyê weşandin. -
Şêniyên Minbicê: Em ê li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin
Şêniyên Minbicê gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Em ê li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin." -
Rêveberiya Xweser Şoreşa 19’ê Tîrmehê silav kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê peyamek da û diyar kir ku dev ji prensîb û nirxên Şoreşa 19’ê Tîrmehê nayên berdan û peyama, “Avakirina Sûriyeyek yekgirtî û demokratîk“ da. -
QSD: Tirkiye dixwaze çeteyan bişîne Başûrê Kurdistanê
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze çeteyên girêdayî xwe bişîne Başûrê Kurdistanê û Yemenê. -
Li navçeya Sirînê ya Kobanê salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li navçeya Sirînê ya Kobanê hat pîrozkirin. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El Zahêr şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe yê li Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir. -
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Minbîcê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundekî li bakurê Minbîcê bombe kir û xisar gihişt malan. -
TEV-DEM’ê di salvegera Şoreşa Rojava de banga seferberiyê kir
TEV-DEM’ê salvegera 10’emîn Şoreşa Rojava pîroz kir û li hemberî gefên dagirkeriyê banga rêxistinkirin û seferberiya giştî li gel kir. -
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa aştî û azadiyê ye'
Malbatên şehîdan ên herêmên Efrîn û Şehbayê diyar kirin, ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye model û gotin, tevahî gelên azadîxwaz vê modelê dipejirînin û dikin mînak. -
Li Şêrawa ciwanek hate revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagikrer ên bi navê Feyleq El Şam ciwanekî ji şêniyên Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.