Li Dêrik û Şehbayê şehîd hatin bîranîn

Li bajarê Dêrikê yê Rojava ji bo 91 şervanên ku di demên cihê de şehîd bûne, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Li Şehbayê jî ji bo endama YAT’ê Barîn Botan konê sersaxiyê hate vekirin.

DÊRIK

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û şêniyên bajarê Dêrikê û herêmên Berav û Koçerat, merasîmeke bîranînê ji bo 91 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û gerîla  li dar xist.

Hola merasîmê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hat xemilandin û 91 mûm hatin pêxistin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed, nasnameyên şehîdan xwend.

Merasîma bîranînê bi stranan bi dawî bû.

ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, merasîma sersaxiyê li navenda navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê danî.

Endamê Meclisê Malbatên Şehîdan a Şehbayê Mihemed Welo di merasîmê de axivî û tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî. Welo her wiha êriş û kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û îşaret bi berxwedan û têkoşîna li hember dagirkeriyê kir.

Li ser navê Meclîsa Ehresê jî Emîne Dingilî wiha axivî: "Dîroka dewleta Tirk a dagirker û qirker bi kuştin, komkujî û êrişan hatiye nivîsandin.”

Piştre endama Kongra Star a Ehresê Necah El-Hisên jî li ser kiryarên dagirkeriyê wiha got: "Dewleta Tirk rojane kiryar û topebaranan li ser gelê me pêk tîne.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de li ser navê malbata şehîd Barîn Botan, bavê şehîd Merwan Beşar axivî û got: "Heval Barîn di şerê Berxwedana Serdemê de tev li nava tevgerê bû, navê xwe li ser navê şehîd Barîn Kobanê lê kir û paşnavê xwe Botan bi ser navê hevalê şehîd Cûma Botan e. Bi şehadeta Barînê em serbilind in û di berdêla azadî û serkeftinê de em ê canê xwe jî feda bikin.”

22’yê Tîrmehê balafireke bêmirov a bi çek a dagirkeriya Tirk li ser rêya Qamişlo li wesayîtekê dabû. Di vê êrişê de Fermandara Hêzên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan şehîd bûbûn.