Bekir: Kesên ku fêrî destwerdanên lezgîn dikin, dikarin xwe biparêzin
Cemal Bekir diyar kir ku wan li ser banga Rêveberiya Xweser dewreyên perwerdeyê yên Destwerdana Lezgîn dane destpêkirin û destnîşan kir ku gelek ciwan beşdarî perwerdeyê bûne.
Cemal Bekir diyar kir ku wan li ser banga Rêveberiya Xweser dewreyên perwerdeyê yên Destwerdana Lezgîn dane destpêkirin û destnîşan kir ku gelek ciwan beşdarî perwerdeyê bûne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, rewşa awarte ragihandiye. Rêveberiya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga vekirina dewreyên Destwerdana Lezgîn a tendirustiyê kir. Girêdayî vê yekê li Kobanê, ji aliyê Nexweşxaneya Emel û Hayat ve dewre hatine destpêkirin.
Li gorî gotinên Rêveberê Nexweşxaneya Emel heta niha gelek ciwanan ji bo beşdarbûna dewreya perwerdeyê, berê xwe didin nexweşxaneyê. Ji ber zêdebûna ciwanan, wê du dewre werin vekirin.
‘WÊ DEWRE 2 HEFTEYAN BIDOME’
Rêveberê Nexweşxaneya Emel Cemal Bekir da zanîn ku li ser banga Rêveberiya Xweser, wan dewreyên perwerdeyê dane destpêkirin ji bo gel fêrî tiştên lezgîn bibin û wiha got: “Me wek Rêveberiya Newxweşxaneya Emel bi medyaya dîjîtal, bang li gel re kir ku beşdarî dewreyên perwerdeyê yên Destwerdanên Lezgîn bibin. Heta amadekirina hejmarekê em ê dewreyê bidin destpêkirin û wê dewre 2 hefteyan bidome.”
Cemal diyar kir ku armanca wan ew e ku ciwanan fêrî hinek beşên tendirustiyê bikin û wiha pêde çû: “Ev demeke dewleta Tirk gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Ji ber vê yekê me xwest ku ciwanên me fêrî hinek beşên tendirustiya lezgîn bibin ku bikaribin di hin rewşên awarte da xwe biparêzin.”
‘KESÊN KU FÊRÎ DESTWERDANÊN LEZGÎN DIBIN, DIKARIN XWE BIPARÊZIN’
Bekir anî ziman ku wê wane li gorî Destwerdanên Lezgîn û rewşa awarte bin û wiha peyivî: “Kesên ku fêrî Destwerdanên Lezgîn dibin, dikarin xwe biparêzin. Her wiha rolê Destwerdana Lezgîn ew e ku tu bikarî, kesekê ku di encama teqînekê de yan jî di encama qezayek a trafîkê de li ser hişê xwe çûye, deswerdana yekem lê bikî û bibî nexweşxaneyê. Her wiha bikarî ku xwedî li bûyerên bi vî awayî derbikevî.”
Cemal di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku şerê gel ê şoreşgerî bi her awayî dikare bê rêvebirin û ev bang li gel kir: “Divê em bi her awayî amade û hişyar bin. Her çendî ku gefên dewleta Tirk li ser herêmê hebin jî em ê li dijî wê li ber xwe bidin.”