Eşîr û pêkhateyên Hesekê li dijî êrîşên dagirkeriyê derketin

Eşîr û pêkhateyên bajarê Hesekê diyar kirin ku eger dewleta Tirk êrîşê herêmên wan bike, wê Tirkiye rastî berxwedaniyeke mezin a gel were.

Nûnerên pêkhate û eşîrên Hesekê piştî civîna ku Fermandariya Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê îro li bajêr li dar xistiye, daxuyaniyek da. Ev civîn, di çarçoveya rêzecivînên li herêmê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên leşkerî û amadekariyên QSD’ê ji vê pêvajoyê re tên lidarxistin de, pêk hat.

Di daxuyaniyê de nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Ermen yên li bajêrê Hesekê û gundewarên wê, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo û gelek fermandarên QSD’ê amade bûn.

Civîn li avahiya Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Hesekê hate lidarxistin. Di civînê de Hisên Selmo bal kişand ser gef û êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, binpêkirina dewleta Tirk a dagirker ji agirbestê re û nepêkanîna aliyên garantor ji berpirsiyariyên xwe re.

Selmo wiha got: "Ji dema hêzên me hate avakirin ve di parastina herêmê de pişta xwe dide xwe û hîna jî parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wê di parastinê de pişta xwe neda tu aliyekî derve. Her wiha di oxira parastina ewlehî û îstîqrara herêmê de fedekariyên mezin didin û amade ne hîn zêdetir jî bidin."

Selmo eşkere kir ku hêzên wan amade ne bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin û wiha pê de çû: "Hêzên me amade ne, ku parastina herêmê bikin û rêbazên nû yên şer afirandin, nahêlin dewleta Tirk bi pêş de biçe. Ger êrişeke berfireh pêk hat, wê hêzên me ji rewşa parastina ber bi qonaxa rizgarkirina herêmên dagirkirî ve biçe."

Di dawiya civînê de ji aliyê cîgirê Serokê Meclisa Qebîleya El-Cibûr, Ehmed El-Hiwêder ve bi amadebûna rûspî û eşîrên bajarê Hesekê daxuyaniyek hat xwendin. Beşdaran çek rakirin û amaje bi wê yekê kirin ku ew amade ne herêmên xwe biparêzin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk gef û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Bi bombebarankirina gund û bajarokên niştecihbûyî yên ku li kêleka herêmên dagirkirî ne. Her wiha hedefkirina bi dronan. Tevî ku herêm di bin sîwana Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Rûsyayê de çend caran derbarê agirbest û kontrolkirina xetên pêşî lihevkirin çêbûne.

Hikumeta Enqereyê li hember îradeya navdewletî xemsar e, berdewam e li ser têkdana ewlehî û aramiya navçeyê, û eşkere ji bo vejandina rêxistina DAIŞ'ê ya têkçûyî û belavkirina îdeolojiya tarî û tundrew, dixebite.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û hate gotin: "Em nûnerên civakên herêmê gef û êrîşên Tirkiyeyê wek hedefgirtina xwe hemûyan dibînin. Ne tenê li dijî pêkhateyeke taybetî yan jî çînek bêyî yekî din e. Tirkiye dixwaze tevna civakî xira bike, fitneyê derxîne û guhertina demografîk çêke. Tevî ku welatên mezin sozên xwe yên li hember herêmên me bi cih neanîne û piştî ku ji hemû cîhanê re eşkere bû ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî û peymanên mafên mirovan derbas dike, em bangên xwe yên ji bo aştî û diyalogê didomînin da ku herêm ji şer û pevçûnên zêdetir biparêzin.

Em bi hemû baweriyên xwe yên etnîkî, olî, mezhebî û rewşenbîrî berdewamiya baweriya xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihînin. Ku di salên derbasbûyî de ji bo parastina me li hemberî terorîst û mirovên çavbirçî bû mertal.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Wê vê carê rewş cuda be û bersiv tund be û Tirkiye li gel hêzên rêxistinkirî wê bi berxwedaneke gelêrî ya bêhempa re rû bi rû bimîne. Em ê ji cîhanê re îspat bikin ku em bi hêzên xwe yên neteweyî, bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ne.”