Li Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk û bêdengiya Rûsyayê xwepêşandan hat kirin

Îro bi sedan kes li Herêma Firat bi armanca şermezarkirina bêdengiya Rûsiyayê ya li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk a li ser pêşeng, welatî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirgeha hêzên Rûs a li Sirînê xwepêşandanek lidar xistin.

Îro bi sedan endamên saziyên sivîl, û şêniyên Herêma Firatê, li dijî gefxwarinên êrîşê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina bêdengiya Rûsyayê ku yek ji dewletên garantor e, li ber balafirxaneya hêzên Rûsyayê ya li navçeya Sirîn a Kobanê xwepêşandanek lidar xistin.

Di xwepêşandanê de çalakvanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bimre îxanet”, “Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan” hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dan. Xwepêşanderan wêneyên her 3 jinên pêşeng ku 22’ê Tîrmeha 2022’an de di encama êrîşa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn hilgirtin.

Her wiha li wir şandeyek ku ji Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê  Mihemed Şahîn, Hevseroka Meclîsa Malbatê Şehîdan Eyşe Efendî û Hevseroka Encûmena Zagonsaz ya Herêma Firatê Fewziyê Ebdî li ser navê xwepêşanderan bi şandeya Rûsan re civiyan. Di civînê de rayedarên Rûs gotin ku ewê hêrs û neqebûlkirina gel ya li dijî dagirkirina axên Sûriyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bi rayedarên Rûsyayê re parve bikin da ku li ser bisekinin.

Xwepêşandan piştî hevdîtinê bi dawî bû.