Fermandar Jiyan, Barîn û Roj bi merasimekê hatin birêkirin
Cenazeyê Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan bi merasimekî girseyî hatin birêkirin.
Cenazeyê Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan bi merasimekî girseyî hatin birêkirin.
Cenazeyên Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan ên di 22’ê Tîrmeha 2022’an de di encama êrîşa balafireke bêmirova a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasimekî girseyî hatin birêkirin. Merasim li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi deh hezaran welatiyên herêma Cizîrê tev li merasimê bûn. Di merasimê de wêneyê şehîdan, alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di merasimê de timî dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.
‘BI ÊRÎŞAN DIXWAZIN VÎNA AZAD BIŞKÎNIN‘
Li vir ewilî endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Edle Misto axivî. Misto diyar kir ku ew bi berxwedana şehîdan gihiştine vê astê. Misto destnîşan kir ku dijmineke faşîst heye û hewl dide bi rêya domandina êrîşên xwe li dijî çiyayên Kurdistanê û Rojava vîna gelên azad têk bibe. Misto anî ziman ku bi berxwedana şehîdan û fedekariyên wan, dê dijminê faşîst têk bibin û dê li ser şopa wan, berxwedanê berdewam bikin.
Li ser navê YPJ’ê jî Fermandar Sozdar Dêrîk axivî û got: “Em di şexsê her sê şehîdan de, hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.“ Sozdar Dêrik destnîşan kir ku heke rojeke tenê bijîn jî wê bi saya berxwedana wan şehîdan be û çiqas şehîdan bidin ew fedayên gelê vê axê ne, serê xwe ji dijmin re natewînin û vîna wan naşike.“
Dêrik destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hemû pêkhateyên herêmê dike hedef û bi saya berxwedana şehîdan, gel heta îro li ser lingan e û soza şopandina rêya şehîdan da û got ku ew ê heta dawiyê li hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û wê herêmên dagirkirî rizgar bikin.
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN‘
Piştre, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah axivî û got: “Ji bo YPJ, hemû yekîneyên parastinê û malbatên welatparêz em ê li ber xwe bidin.” Ebdullah îşaret bi 10 salên Şoreşa 19`ê Tîrmehê kir û got: “Gel li ber xwe dide, gelek fedekariyan dike. Li hember van êrişan qels nabe. Biratiya gelan li ser vê axê bi hemû pêkhateyên din re pêk tîne.“
Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku civata navneteweyî berpirsa sûcên dagirkeriya Tirk a li dijî gelan e.
Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanek a YPJ`ê ya bi navê Sema Xelî (Sema Cûdî) aşkera kir ku di nav Şoreşa Rojava de şehîd bûye.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed, wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend û radestê malbatên wan kirin.
Hat bibîrxistin ku cenazeyê şehîd Roj Xabûr wê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li navçeya Dirbêsiyê, cenazeyên şehîdan Jiyan Tolhildan û Barîn Botan wê li Kantona Şehba li Goristana Şehîdan bên veşartin.