Cenazeyê Fermandar Jiyan Tolhildan hate veşartin

Cenazeyê Fermandara QSD û YAT’ê Jiyan Tolhildan li Goristana Şehîdan a li Taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê hezaran kesan ve hate veşartin.

Cenazeyê Fermandara Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan (Selwa Yûsif) ya ku di 22’ê Tîrmehê de bi Fermandar Roj Xabûr û Endama YAT’ê Barîn Botan di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira bêmirov a biçek li ser rêya Qamişlo de şehîd bûn, li Goristana Şehîdan a li Taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê hezaran kesî ve hate veşartin.

Li goristanê ji aliyê aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve merasima leşkerî hate lidarxistin. Di merasimê de wêneyê şehîdan, alên YPJ, YPG û QSD’ê hatin hildan. Di merasimê de ji bo giyanê şehîdên şoreşê rêz hate girtin.

‘EM Ê TOLA ŞEHÎDAN HILÎNIN‘

Li vir ewilî li ser navê Fermandariya Giştî ya YPG û YPJ'ê fermandar Rohilat Efrîn, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê endama meclîsê Roşan Mihemed û bi navê malbata şehîd dayika şehîd Jiyan, Asya axivîn. Rohilat Efrîn di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soz da ku dê tolê ji qatilên şehîd Jiyan Tolhildan hilînin.

'JIYAN MÎNAK BÛ'

Rohilat diyar kir ku tevî êrÎşên domdar ên li dijî destkeftiyên şoreşê lê bi hebûna bi hezaran mîna hevrê Jiyan ên ku mînakên têkoşîn û fedekariyê ne, têkoşîn dewam dike. Rohilat Efrîn behsa têkoşîna şehîd Jiyan kir û anî ziman ku têkoşîna wê ji dema êrîşên destpêkê yên li ser Serêkaniyê, heta Heleb, kampa Holê û Şengalê bû, di pêngavên rizgarkirinê de wekî ya Pêngava Şehîd Rûbar û rizgarkirina Minbic û Dêrazorê  gelek peywîr girtin. Rohilat anî ziman ku şehîd Jiyan, di fermandariya aqilmend de mînakek bû ku serkeftinê çêdike û wiha pê de çû: “Heke bingehên şoreşê ji aliyê Jiyan û hevalên wê ve hatibin avakirin, wê demê ev şoreş wê serî netewîne û dê ji xeta xwe jî dernekeve. Lê belê dê têkoşînê berdewam bike da ku armancan pêk bîne.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN‘

Rohilat her du şehîdan Roj Xabûr û Barîn Botan bi bîr anî û got: “Her duyan ji bo rêgezên ku pê bawer kirine dema tev li şoreşê bûn, canê xwe feda kir.” Rohilat Efrîn bilêv kir ku ew destpêka şoreşa xwe ji bîr nakin û got: “Em ji berê bi hêztir in. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bi giyanê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li hember dagirkeran berdewam bikin.”

'KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ BERPRISA ÊRIŞAN E'

Der barê êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker de Rohilat got: “Em bi navê Fermandariya Giştî ya YPJ`ê van êrîşan şermezar dikin û dibêjin, Koalîsyona Navneteweyî berpirsa van êrîşan e ku qada hewayî ya herêmê ku çavdêriya wê dike, tê binpêkirin.”

Rohilat diyar kir ku“Hedefgirtina fermandara pêngava tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê dewleta Tirk ve, yanî astengkirina hewldanên têkbirina DAIŞ`ê ye.” Di dawiyê de Rohilat Efrîn diyar kir ku ew amade ne bersivê bidin û destkeftiyên gelên herêmê biparêzin.

‘XIYANET Û HOVÎTÎ, SEDEMA ŞEHÎDXISTINA JIYAN Û HEVALÊN WÊ YE‘

Pişt re Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed axivî û got: “Jiyan Tohildan, têkoşerek bû ku ji bo pêkanîna jiyana azad ji jinên herêmê re tê dikoşiya. Xiyanet û hovîtî, sedema sereke ya şehîdxistina Jiyan û hevalên wê ye. Dê hesab ji xayînan bê xwestin. Em ê têkoşîna şehîdan berdewam bikin da ku welatekî demokratîk û azad li ser bingeha fikrên şehîdên azadiyê ava bikin.”

'JIYAN LI SER ŞOPA BIRAYÊ XWE ŞEHÎD ELÎ MEŞIYA'

Dayika şehîd Jiyan Tolhildan Asya axivî û got ku Jiyan li ser şopa birayê xwe şehîd Elî meşiya ku rêgezên şoreşê biparêze. Dayika şehîd di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tolhildana şehîdên azadiyê da.

Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zekiye Mistefa belgeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Jiyan Tolhildan bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat veşartin.