Jinên Qamişlo li ber avahiya NY’ê çalakî li dar xist

Jinên Qamişlo li ber avahiya NY’ê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedef girtina sê fermandarên YPJ’ê şermezar kirin.

Bi sedan jinên ji Kantona Qamişlo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin. Jinan di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedef girtina sê fermandarên YPJ’ê bi tundî şermezar kirin. Jinan wêneyê sê şehîdan û alên YPJ’ê hildan.

Di çalakiyê de peyama tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestî NY’ê kirin. Li vir peyam jî hat xwendin. Peyam ji aliyê Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo û Endama Rêveber a Komîteya Jinan a Qamişlo Fadya Îbrahîm ve hate xwendin.

Peyam wiha ye:

"Ji Desteya Bilind a NY’yê li Sûriyê,

Hêzên Erkê Hevbeş-Operasyona Ezim El Silb

Koalîsyona Navneteweyî

Fermandariya Navendî ya Hêzên Rûsya li Sûriyê re

Di êvara 22’yê Tîrmeha 2022’yan de dewleta Tirk bi balafireke bêmirov a biçek êrîşî wesayîtekê ya li ser rêya ber bi Qamişloyê ve kir, di encamê de 3 têkoşer şehîd bûn; yek ji Fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan di heman demê de Fermandara Giştî ya YAT’ê bû, fermandar Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan ku tev li Foruma 10 saliya şoreşê ya ku li Qamişlo dihate lidarxistin bûn, dema ku derketin di encama êrişa SÎHA`yên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Ligel ku dewleta Tirk di dema niha de nikare gefên xwe yên destpêkirina êrîşeke leşkerî ya nû ya dagirkirina xaka me pêk bîne, lê di vê dawiyê de êrîşên dijminane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Rojane balafirên keşfê û şer li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin serweriya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê de ne digerin û weke amûrên şer bi kar tîne. Ev êrîşên ku dewleta Tirk li dijî herêmên me pêk tîne, li gorî qanûna navneteweyî ya mirovî sûcên şer in.

Her wiha dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên bênavber welatiyan, binesaziyan mîna navnedên avê, kehrebe, avahiyên çandê û olî dike armanc. Li kêlek wê jî gund û herêmên tê de şênî hene dike armanc, welatiyan qetil dike û birîndar dike, piranî wan jî zarok û temenmezin in. Malên welatiyan wêran dike û wan bê cih dihêle.

Dewleta Tirk bi êrîşên xwe têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ’ê asteng dike. Ji ber ew li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî li gorî qanûna navneteweyî ya şeran nayê naskirin, pêk tîne. Armanca wê dagirkirina tevahî herêmên me û têkbirina projeya demokratîk a bi serkêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên bêserûber ên li dijî herêmên me jinan dike armanc, bi taybet jî jinên hîn jî li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst şer dikin. Ew yek jî bi armanca lawazkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û rêgirtina li pêş çareyeke demokratîk ku rêveberiya wê jin dike.

Di encama wê hedefgirtinê de, Jıyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di 22’yê Tîrmehê de şehîd bûn. Ew jî piştî tev li Foruma Şoreşa Jinan ku di salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de li Qamişlo li dar ketibû, pêk hat. Her wiha şehîd Jiyan Tolhildan di axaftina xwe ya forumê de ku li ser navê YPJ’ê axivibû, balkişandibû ser girîngiya pêşxistina hêzên parastina jinan.

Di rastiyê de siûqastkirina Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bersiva rejîma Tirkiyê li hember salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, rêvebertiya jin bi taybet YPJ’ê ji vê şoreşê re bû.

Em bi tundî êrîşên dijminane ku dewleta Tirk li dijî jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar dikin, di demekê de em bêdengiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, Jiyan Tolhildan ku Fermandara Giştî ya YAT’ê bû, cihê xwe di fermandariya operasyonên hevbeş de digirt, ji ber wê em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku gavên cidî li dijî sûcên şer ku dewleta Tirk bi rêya qada hewayî ya di bin kontrola wê de bi kar tîne pêk bînin, her wiha bang dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş derbeyên asîmanî yên Tirkiyê bigirin.”

Partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser vê peyamê îmze kirine wiha ne; Meclîsa Jinan a PYD’ê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriyê Pêşerojê, Meclîsa Jinan a Sûriyê, Partiya Kesk a Kurdistanî, Yekitiya Lîberal a Kurdistanî, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê (Yekitî) û Partiya Guhartina Demokratî Kurdistanî, Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê,  Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurdî ya Sûriyê, Tevgera Çaksazî, Partiya Muhafezekaran a Demokratîk, Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Demuqratî ya Kurdî li Sûriyê (PARTÎ),  Tevgera Nûjen a Kurdistanî û Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê."

Her wiha piştî peyam hate xwendin, radestî navenda NY’yê ya li Qamişlo hate kirin.