Li Dêrazor û Tebqayê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li Dêrazor û Tebqayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin.

Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqa bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina her sê fermandên YPJ`ê daxuyaniyek da. Bi dehan endamên Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê û rûspiyên Tebqa li pêşiya avahiya partiyê kom bûn. Berdevka Meclîsa Ciwanan a Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqa Şeze El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, meclîsê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) ji Nîsanê ve êrîşên berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medya yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, her dawî hedefgirtina seyrangehekê li navçeya Derkarê ya parêzgeha Zaxoyê ku di encamê de gelek sivîl bûn qurban.

Her wiha meclîsê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdestiya Sûriyê binpê kir û 3 fermandarên jin bi rêya balafireke bêmirov a biçek şehîd xist ku li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir, cîhan ji teror û tarîtiyê xilas kir.

Meclîsê destnîşan kir ku hedefgirtin, tohildana aşkera ye ji têkoşerên ku şerê DAIŞ`ê kirine.

Di dawiyê de meclîsê soza berdewamkirina rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, yekitiya axa Sûriyê da.

DÊRAZOR

Bi dehan şêniyên bajarokê Ebû Xeşeb û endamên Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê tev li çalakiyê bûn. Şêniyan, ji pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya li Kampa Ebû Xeşeb heta beşê sêyemîn ê kampê meşiyan.

Paşê endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Şehrezad El-Casim daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan û fermandaran hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku gelên herêmê dê bi yekitiya xwe hemû planên dagirkeriya Tirk têk bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku êrîşên hovane yên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê rawestînin û hesab ji Erdogan bixwazin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.