Dewleta Tirk bomberdûmana li ser gundên Şehba û Hesekê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker bomberdûmana li ser gund û qadên li Şehba û Hesekê didomîne. Hate diyarkirin dewleta Tirk li Şehbayê li baregeheke rejîma Şamê jî daye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destê sibehê ve gundên Esediyê, Xidrawî, Til Hirmel ên navçeya Zirganê ya Hesekê û her wiha gundên Til Werd û Xirbet Şiîr yên li başûrê Zirganê bi çekên giran topbaran dike.

Di heman demê de vê sibehê gundên Hirbil û Til Medîq yên kantona Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi dijwarî tên topbarankirin.

Hate ragihandin ku ji ber topbaranê zirarên madî çêbûne û topbarana li ser herêmê didome.

Hate ragihandin dewleta Tirk a dagirker bi topan li baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Til Medîq a kantona Şehbayê jî da.