Dewleta Tirk a dagirker ji bo nûjenkirina împaratoriya Osmanî û dagirkirina xaka Sûriyeyê, bi hinceta ku herêmên aram ava bike, her tim êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Bi balafirên bi çek û mirov û obûsan her roj êrîş dike ku îradeya gel bişkîne. Lê şêniyên Kobanê gotin ku emê her tim ala berxwedanê hildin û em ê têbikoşin.
‘LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ Û RAYA GIŞTÎ HER TIŞTÊN DEREXLAQÎ LI SERÊ GELÊ EFRÎNÊ PÊK TÎNIN’
Welatiyê bi navê Hisênê Miso da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Mîsak-i Millî carek din pêk bîne û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk jixwe ber bi hilweşînê ve diçe, ji ber vê yekê her tim dixwaze êrîş bike. Di sala 2018’an de bi hinceta avakirina herêmên bi aram bajarê Efrînê dagir kir. Li ber çavê cîhanê û raya giştî her tiştên derexlaqî li serê gelê Efrînê pêk tîne. Piştre Serêkaniyê û Girêspî jî dagir dike.”
Hisên diyar kir ku çavê dewleta Tirk a faşîst her tim li Mîsak-i Millî ye, ji ber vê yekê dixwaze Mûsilê jî dagir bike û wiha dom kir: “Dewleta Tirk dixwaze Mîsak-i Millî ya împaratoriya Osmanî dubare bike, ji ber vê sedemê êrîşê QSD’ê û tevahî pêkhateyên herêmê dike. Lê em ê xaka xwe biparêzin û em ji xaka xwe dernakevin.”
‘ÇAWA KU ME DAÎŞ TÊK BIR EM Ê DEWLETA TIRK JÎ TÊK BIBIN’
Her wiha welatiya bi navê Cîhan Bozan da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihandiye û wiha got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze Kurdan tune bike. Lê em ê her tim li qadan bin û şerê gel ê şoreşgerî pêş bixin. Em ê li pey şervanên xwe bin û ala berxwedanê timî bilind bikin. Çawa ku me DAÎŞ têk bir em ê dewleta Tirk jî têk bibin.”
Cîhan di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku ji bo parastina welatê xwe her tim amade bin.
‘DI SALA 2014’Ê DE SÎNOR DI DESTÊ ÇETEYAN DE BÛ, DEWLETA TIRK ÇIMA NEGOT EM Ê HERÊMÊN ARAM AVA BIKIN?’
Herî dawiyê welatiya bi navê Dinya Mihemed jî ragihand ku ew wek welatiyên Rojava êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û çiyayên azad şermezar dike. Dinya dest nîşan kir ku ew ê dest ji xaka xwe bernedin û destûr nadin ku dewleta Tirk a dagirker xaka wan dagir bike û wiha bi dawî kir: “Di sala 2014’ê de sînor di destê çeteyan de bû, dewleta Tirk nedigot em ê herêmên aram ava bikin û çima niha dibêje? Dewleta Tirk çawa ku li çiyayên Kurdistanê bin ket, wê li vir jî têk biçe.”