Bertekên li dijî êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Dayikên Aştiyê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Qamişlo daxuyanî dan.
Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan Şîrîn Ehmed û Evîn El Hac daxuyanî li ber avahiya meclîsê ya li Qamişlo xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Meclîsa Ewlehiyê ya NY’yê, rêxistinên hiqûqî û cîhanî li hember binpêkirinên hovane yên li dijî mafên mirovan bê deng in, hat diyarkirina ku ev bêdengî tê wateya piştgiriya ji bo kirinên dewleta Tirk a dagirker.
Di daxuyaniyê de kirina hedef ji xwe re ya fermandar Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bi balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û bang li hêzên garantor hat kirin ku helwesteke diyar li hember van sûcan nîşan bidin.
Di heman çarçoveyê de Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, sûcên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin û got: “ Dewleta Tirk, bi van sûcan nagihîje armanca xwe û gelên herêmê jê natirsin.“
Cîgira Serokatiya Meclîsa Giştî ya Jinan a partiyê Zozan Şemo daxuyanî li ber avahiya meclîsê ya li Qamişloyê xwend.
Meclîsê diyar kir ku hedefgirtina her sê şehîdan Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan berdewama hewildanên dewleta Tirk a dagirker e ku armanc dike vîna jinên azad têk bibe da ku pêşengiya têkoşîna azadiyê li herêmê dike.
Meclîsê bal kişand ser rola her sê şehîdan di parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de û got: “Her sêyan roleke mezin di avakirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst. Bingeheke xurt a hêzên leşkerî danî ku şerê terorê kir, DAIŞ û terora wê tune kir. Hedefgirtina her sê şehîdan, ji bo rakirina tola binkeftina DAIŞ`ê li herêmê ye.”
Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bal kişand ser sûcên Tirkiyeyê yên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Ev ne tiştekî nû ye, sicîla Tirkiyeyê bi van sûcan tijî ye. Ji hedefgirtina şehîd Hevrîn Xelef û Barîn Kobanê û lîstina bi cenazeyên wan. Her wiha girtina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê. Armanc ji van sûcên hovane, tirsandina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye da ku dev ji têkoşîna xwe ya pêşengiya şoreşê berdin. Lê bi hedefgirtina jinan nagihîje armanca xwe.’’
Meclîsê diyar kir ku civata navneteweyî û hêzên garantor ên li herêmê; Rûsya û DYA berpirsên van sûcan in û hişyarî da ku heke sûcên dagirkeriya Tirk dewam bikin wê komkujî bibin.
Di dawiyê de, meclîsê, bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayê ya herêmê bigirin, êrîşên dagirkeriya Tirk rawestînin ku çarenûsa bi milyonan Sûriyeyiyan dixe xeteriyê û derfetê dide vejîna DAIŞ û terorê li herêmê.