Terora Enqerê ya li Efrînê: Kesek hat revandin
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ku bi temamî rejîmeke terorê li wir avakiriye welatiyeke din revand.
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ku bi temamî rejîmeke terorê li wir avakiriye welatiyeke din revand.
Rêxistina sûc a paramîlîter ya bi navê “Polîsên Leşkerî” ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li herêmên dagirkirî hatiye avakirin, li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê welatiyek revandin.
Hate hînbûn ku navê kesê hatiye revandin Elî Ebdo Hesen (27) yê ji gundê Kefer Sefrê ye.
Aqubeta Hesen ne diyare û nayê zanîn bê ka birine kû derê.
Dewleta Tirk a dagirker di 21’ê Tîrmehê de 2 kesên ji gundê Til Silore yê Cindirêsê revandin û birin cihekî ne diyar.
Di 19’ê Tîrmehê de li gundekî navçeya Şera ya Efrînê kesek, li gundê Cindirêsê jî 2 kes hatin revandin.
Dewleta Tirk ji Adara 2018’an û vir ve ku Efrîn dagir kir, bi awayekî sîstematîk û keyfî sûcên şer dike. Kiryarên nemirovane yên weke revandin, êşkence, gefxwarin, desteserkirin, talankirin û koçberkirina bi darê zorê weke diyardeyeke rojane lê hatiye.