Dewleta Tirk Eyn Îsa bombe kir: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi dronan li gundê Seyda yê Eyn Îsayê da, 2 kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bi dronan li gundê Seyda yê Eyn Îsayê da, 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine stendin dewleta Tirk bi dronan li gundê Seyda yê li bakurê rojhilatê Eyn Îsayê da.
Di êrîşê de gundiyên bi navê Elî Xelî Omer (20) û Ehmed El-Xidir (21) birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker şeva Duşemê bi doçkayan li gundê Tinib ê Şeraya Efrînê dabû.