QSD: Hêzên me 3 sîxur girtin
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan sê sîxur girtine û bi agahiyên ku van sîxuran dane fermandar û şervanên QSD’ê hatine şehîdxistin.
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan sê sîxur girtine û bi agahiyên ku van sîxuran dane fermandar û şervanên QSD’ê hatine şehîdxistin.
QSD’ê bi daxuyaniyeke diyar kir ku hêzên wan sê sîxur girtine.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Piştî şopandinê, yekîneyên taybet ên QSD’ê şaneyeke sîxuran a ji mêrek û du jinan girt, ku di demên derbasbûyî de ji bo dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîxurî dikirin.
Li gorî agahî û belgeyên di dema borî de hatine komkirin yên ku tawanbariya wan sîxuran piştrast dikin, her wiha piştî mikurhatinên wan di qonaxa destpêkê ya lêpirsînê de hate eşkerekirin ku wan agahî kom kirine û tevgerên endama Meclisa Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat kom kirine û dane MÎT’a Tirk. Li ser vê yekê, fermandar Sosin Bîrhat, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Egîd Girkê Legê û şervanê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Rûbar Hesekê û şervan Seyfullah Ehmed di êrişeke hewayî ya hov a dagirkeriya Tirk di 19’ê Tebaxa 2021’an de şehîd bûn. Her wiha endamê Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rênas Roj şehîd bû.
Sîxurên hatine girtin ev in: Y.E.S (mêr), E.E.S (jin) û R.H.H (jin).
Ew li xwe mikur hatin ku perspektîf û erk ji MÎT’ê girtine û dema hatine girtin amadekarî dikirin ku erkeke din a îstixbaratî pêk bînin û armancên din diyar bikin.
Li gorî belge û mikurhatinên sûcdaran, ew ji bo dadgehê hatin veguhestin da ku cezayê xwe bibînin.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 20’ê Tebaxa 2021’an de daxuyanî dabû û gotibû: “19’ê Tebaxê di saet 14:00’an, balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li wesayîta fermandarê YPG’ê Rênas Roj da û ew şehîd bû. Heman rojê di saet 18.00’an de dewleta Tirk a dagirker Navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir. Di êrişa hov a dagirkeriya Tirk de endama Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û endama Meclisa Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat û hevrê Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd bûn û 3 şervanên me birîndar bûn.”