Rêveberiya Xweser zêdetirî 140 jin û zarok radestî Tacîkistanê kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 jin û 104 zarokên ku ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê pêk dihatin, radestî Tacîkistanê kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 jin û 104 zarokên ku ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê pêk dihatin, radestî Tacîkistanê kir.
Şandeyeke ji Tacikistanê bi serkêşiya balyozê Tacikistanê yê li Kuweytê Zabidullah Zabidov serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fener El-Giêt û endamê Desteya Rêveberiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm pêşwaziya şandeyê kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Têkiliyên Derve, 42 jin û 104 zarokên ku li kampên Roj û Holê diman, radestî Tacîkistanê hate kirin. Ev kesên hatine teslîmgirtin hemwelatiyên Tacîkistanê ne.
Di civîna çapemeniyê ya hevpar de Fener El-Giêt got, “Ev ne civîna yekem e. Me li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê, metirsiyên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û metirsiyên li ser herêmên me axivîn. Di encama hevdîtinan de şandeyê li ser vegerandina jin û zarokên DAIŞ’î bo welatên xwe li hev kir.”
Balyozê Tacîkistanê yê Kuweytê Zabidullah Zabidov jî got: "Balyozxaneya Komara Tacîkistanê ya li dewleta Kuweytê wê her tim jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî vegerîne welatên wan."