ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Hesekê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Li Hesekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê hate protestokirin. -
‘Êrîşên li dijî QSD’ê nîşaneya têkçûna dewleta Tirk e’
Rêveberiya Xweser ya herêma Efrînê bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, şermezar kir. -
Li Kobanê ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat vedan
Îro bi sedan şêniyên Kobanê ji bo sersaxiya ji malbatên Şehîd Amara Tolhildan, Berxwedan Kobanê û Kendal Rojava bixwazin bera xwe dan konê sersaxiyê. -
Êrîşên li ser Rojava zêde bûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 jî birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve bi dijwarî gelek bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir û di encamê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 jê zarok 8 kes jî birîndar bûn. -
Bombebarana dewleta Tirk a li Zirganê: Kesek mir, 4 birîndar ku 2 ji wan zarok in
Dewleta Tirk a dagirker bombe li navçeya Zirgan a dikeve bakurê rojavayê Kantona Hesekê barand. Di êrîşê de leşkerekî Şamê jiyana xwe ji dest da, 4 kes ku 2 ji wan zarok bûn. -
Di êrîşa dagirkeran de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin. Di êrîşê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Til Temir kir: 1 şehîd, 4 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker bakurê Til Temirê bombebaran kir. Di êrîşê de kesek şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li gundê Ebûş ê Til Temirê dixe
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, gundê Ebûş ê Til Temirê didin ber topan. -
QSD’ê nasnameya sê fermandarên jin ên şehîd eşkere kir
QSD’ê ragihand ku di êrîşa duh a balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker ya li ser rêya Qamişlo de, fermandara hêzên Antî-Teror Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan şehîd bûne. -
Bi hezaran şêniyên Kobanê cangoriyên xwe spartin axê
Îro bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo veşartina cenazeyên şehîd Berxwedan Kobanê û Erdal Rojava berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle. Di merasîma veşartinê de banga bilindkirina berxwedanê hat kirin. -
Dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û gundan bombebaran dike. -
Şêniyên Efrînê: Em bi kal, zarok û ciwanên xwe ji şer re amade ne
Şêniyên Efrînê yên ku niha li Şehbayê koçber in, diyar kirin ku wê li hemberî gefên dewleta Tirk bi her awayî li ber xwe bidin û tekez kirin ku şerê Efrînê ji wan re bû tecrûbe û vê carê ew ê çaranûsa şer diyar bikin. -
Li ser rêya Qamişloyê wesayîtek hat bombekirin
Balafirên bêmirov û biçek li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê li wesayîtekê da. -
Êrîşên dagirkeriyê li ser Şehba û Şêrawa
Dewleta Tirk a dagirker Şehba û gundên girêdayî Efrînê topbaran dike. -
Muslim: Dewleta Tirk ji bo hemû cîhanê xetere ye!
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bal kişand ser Komkujiya Zaxo ya ku dewleta Tirk kiriye û got, "Ne tenê li ser gelên Tirkiyeyê, ji bo tevahiya cîhanê xetere ye. Bi rastî jî ji ber kiryarên Erdogan kiriye hemû cîhan di bin xeteriyeke mezin de ye." -
Li Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşa meşaleyî
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek a bi meşaleyan li dar xist. -
Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker meşek girseyî li dar xistin. -
Banga MSD’ê li civaka navneteweyî: Hesab ji dewleta Tirk bipirsin
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD, komkujiya dewleta Tirk li Zaxoyê kir, şermezar kir û xwest ku ji dewleta Tirk hesabê komkujiyê bê pirsîn. -
Dewleta Tirk a dagirker li Amûdê êrîşeke hewayî kir
Balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Qîra ya girêdayî Amûdê li wesayîtekê da. -
Kongra Star: Divê helwesta li hemberî dewleta Tirk were zelalkirin û baregehên wê werin girtin
Piştî qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Divê hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk helwesta xwe zelal bikin.” -
QSD: Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de 2 şervanên me şehîd bûn
QSD`ê ragihand ku duh li Kobanê di êrîşa balefira bêmirov a bi çek de ya ku artêşa Tirk pêk aniye, 2 şervanên wan şehîd bûye. -
Êrîşên li ser Rojava û Zaxo şermezar kirin
Li Kobanê Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratî, Tevgera Civaka Demokratîk, Malbatên Şehîdan komkujiya dewleta Tirk a li ser Rojava û Zaxoyê şermezar kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker navçeya Şêrawa bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên navçeya Şêrawa bombe dike. -
Çeteyan li Cindirêsê 2 kes revandin
Çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê 2 kes revandin. -
TEV-DEM: Li hemberî qirkeran em berxwedanê geştir bikin
TEV-DEM’ê qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê şermezar kir û got “Li hemberî siyasetên qirêj ên li dijî îradeya gelê me, em banga geşkirina têkoşîn û berxwedanê dikin.”