Li Eyn Îsayê nerazîbûn nîşanî Rûsyayê dan

Gelê Girê Spî meşiya ser baregeha Rûsyayê ya li Eyn Îsayê û nerazîbûn nîşan da ku Rûsya li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e.

Dewleta Tirk a dagirker gef û êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Li Kobanê, Minbîc, Eyn Îsa û Şehbaye ligel ku hêzên Şamê û Rûsyayê hene, dema êrîş tên kirin jî Rûsya bêdeng e.

Gelê Girê Spî yê li kampên Eyn Îsa û Girê Spî kom bûn meşiyan ser baregeha Rûsyayê ya li navenda bajêr a Eyn Îsayê. Çalakvanan xwest ku bila Rûsya bêdeng nemîne û li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê gavan biavêje.

Şaha Esaf a ku penabereke Tirkmen a Girê Spî ye got “Dewleta Tirk axa me dagir kir û em bi salan in neçar in li kampan bijîn. Ligel vî tiştî jî dewleta Tirk êrîşî me dike. Rûsyayê diyar kiribû qaşo wê li hemberî êrîşan bibe asteng û qetlîamên dewleta Tirk qebûl neke lê dewleta Tirk her roj sivîlan bomberdûman dike. Rûsya tiştekî nake û bêdeng dimîne. Gelek caran cihên nêzî baregehên Rûsyayê hatin bombekirin lê Rûsya dîsa jî bêdeng e. Nexwe Rûsya li ser axa me çi dike?”

Emîra Rifet a ji Eyn Îsayê jî got “Heke ew ê li hemberî êrîşên li ser me bêdeng bin nexwe tu wateya hebûna wan a li vir tune.”