Li Kobanê cenazeyê du cangoriyên azadiyê hatin veşartin

Cenazeyê du cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hat veşartin.

Îro bi sedan şeniyên Herêma Firatê, şehîdên xwe Serdar (Serdar Hirco) û Qorşîn (Mihemed Hemî) yê li ser erkên xwe gihiştin asta şehadetê, bi tilîlî û dirûşmeyên dayîkan veşartin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanên şehîdên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Sipî Riyad Xelef di merasîmê de axivî û got: “Dewleta Tirk her roj êrîşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta Tirk dixwaze demografiya heremê biguherîne û pergala Osmaniyan a nûjen ava bike. Em her roj şehîdên xwe dispêrin axê lê, em Ereb, Kurd, Tirk, Aşur, Çerkes li dijî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi berxwedanê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin. Şehîdên me wê di dilê me de bimînin û em ê bigihîjin armanca şehîdan û azadiya tevahî gelan.”

Hevseroka Meclîsa Navçeya Şêranê Litfiyê Silêman jî axivî û wiha got:  Dijmin careke din komkujiyên xwe li serê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare dike. Dewleta Tirk her tim gefan li ser herêmê dixwe û dixwaze gelên ku tê de dijîn tune bike lê em ê her tim berxwedaniya xwe xurt bikin û heta azadiyê têkoşînê bilind bikin. Şehîdên me ji bo azadiya tevahî gelan ta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşiyan."

Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto jî axivî û diyar kir ku şehîd xeta rûmet, azadî û hebûnê ye û wiha pêde çû: “Îro qîrîna dayîkên me wê ji dijmin re bibin bersiv. Pêvajoya ku tê de derbas dibin dema têkbirina Lozanê ye. Tevî ciwan, pîr û qalan berxwedanî tê raberkirin. Em soz didin şehîdên xwe em ê her tim berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin.”

Piştî axaftinan belgeya şehîdan ji bo malbatên şehîdan hatin dayîn. Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û tilîlîyên dayîkan bi dawî bû.