Dayîkên Kobanê: Em ê şev û roj li qadan bin

Dayîkên Kobanê diyar kirin ku ew ê şev û roj li qadan bin û gotin, “Em ê her tim berxwedanê xurt bikin û serkeftin wê ya me be.”

Duh gelên herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe, li dijî gefxwarinên dewleta Tirk û bêdengiya Rûsyayê ya ku hêzeke garantor e, xwepêşandan dan destpêkirin. Di xwepêşandanan de dayîkan diyar kir ku ew ê her tim li qadan bin û li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û dan zanîn ku dewleta Tirk nikare wan tune bike.

‘DEWLETA TIRK NIKARE ME TUNE BIKE’

Dayîka Şehîd Çiya, Emîne Yasîn a ku cihê xwe di xwepêşandanê de girt wiha got: “Me berê xwe da cihê Rûsan lê, em dizanin çareseriyê ji me re nabînin. Li ber çavê cîhanê her roj balafirên dewleta Tirk a dagirker li zarokên me didin û şehîd dikin. Em rojan e bi komkujiyan re rûbûrû dimînin. Dayîkên şehîdan wê bersiveke tund bidin bidin dewleta Tirk. Dewleta Tirk nikare me tune bike."

‘EM Ê ŞEV Û ROJ LI QADAN BIN’

Emîne Yasîn diyar kir ku ew ê her tim  li kolanan bin û berxwedaniyê xwe xurt bikin û wiha pêde çû: "Ger em şev û roj li qadan li ber xwe bidin em ê bigihijin armanca xwe. Em ê bi saya şehîdên xwe û gelên welatparêz bi ser bikevin. Ez wek dayîkekê, Erdogan şermezar dikim, heta ku em hebin ew nikare bigihije armanca xwe”

‘EZ BI KURDBÛNA XWE SERBILIND IM’

Dayîka Emîne got: “Ez silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re dişînim û ez bi Kurdbûna xwe serbilind im. Em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Bi balefirên bê mirov dixwazin me tune bikin, lê em ê her li qadan bin û berxwedaniya xwe bilind bikin."

Dayîka bi navê Edlê jî wiha got: “Em wek gelên Kobanê ew bûyerên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Dewleta Tirk bi balafiran êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Em wek gelên Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên li herêmê li hemberî bendên Rûsyayê yên kontrolê xwepêşandanan bikin. Dem dema azadiyê ye, divê em rabin ser lingan. Serkeftin wê ya me be. Em tu car teslîm nabin û em ê her tim gavên mezin biavêjin”