Li Qamişlo û Amûdê merasîma veşartina cenazeyên şehîdan hat lidarxistin

Li Qamişlo û navçeya Amûdê cenazeyên şehîdên ku di encama êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Taxa Sînaa ya Qamişloyê de şehîd bûn, bi merasîmek girseyî hatin veşartin.

Li Qamişlo û Amûdê cenazeyên şehîdên ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasîmek girseyî hat veşartin.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partî û endamên Kongra Star tevlî merasîma veşartina cenazeyên şehîdê bi navê Şemdîn û her du zarokên bi navê Ehmed Hesen û Aheng Hesen bûn ku di 6’ê Tebaxê de di êrîşa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker a li dijî taxa Sînaa ya Qamişloyê de, şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Osman, berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk silav kir û got: “Ew êrîşên wê vîna me neşkênin û em ê berxwedanê li ser rêya azadiyê berdewam bikin.”

Her wiha Osman soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê da û wiha domand: “Divê em projeya Rêveberiya Xweser biparêzin, ji ber ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Balafirên dewleta Tirk a dagirker nikare berxwedan û têkoşîna me rawestînin.”

Piştre endamê Kongra Îslamî Ebdulkerîm Saroxan axivî û destnîşan kir ku rûpelên dîrokê bi berxwedan û fedekariyên gelê Kurd dagirtî ye û hebûna wî li ser xwe xeter dibîne ji ber wê wî dike hedef.

Piştî bidawîbûna axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbata wan kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan li goristanê veşartin.

AMÛDÊ

Li Amûdê, şêniyan cenazeyê endamê Saziya Disîplîna Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Esed (Rûxaz Amûdê) veşartin ku di êrîşa li ser taxa Sînaa ya Qamişloyê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ehmed Ferso axivî û got: “Di şexsê şehîd Mazlûm Esed de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û soza şopandina rêya wan didin. Divê em piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.”

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Navçeya Amûdê Berxwedan Amûdê axivî û got: “Em bejna xwe li ber şehîdên meha Tebaxê, meha berxwedana li hember êrîşên dagirkeriya Tirk ditewînin. Ji destpêka sala 2011’an û vir ve, şehîd Mazlûm Esed li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe da û şer kir. Em ê şopdarên felsefeya Rêber Ocalan bin.”

Berxwedan Amûdê got bi hevgirtina pêkhateyan û bi rêveberiya xwe wê planên dagirkeriyê têk bibin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyan hate veşartin.