PYD'ê bang li Neteweyên Yekbûyî kir: Qada hewayî li balafirên Tirk bigirin!

Meclîsa Giştî ya PYD'ê diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo guhertina demografiya xaka Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûne û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku qada hewayî li balafirên Tirk bigire.

Meclîsa Giştî ya PYD'ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên demên dawî daxuyaniyek da û ragihand ku plana guhertina demografiyê gihîştiye qonaxeke nû.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker 6'ê Tebaxa 2022'yan de erebeyeke li taxa Sînna ya Qamişlo kir armanc, di encamê 4 welatî şehîd bûn, ji nav 2 zarok hene û hin jî birîndar bûn. Ji wê zêdetir jî zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn. Beriya vê êrişa dewleta Tirk bi 2 rojan balafireke xwekuj a bêmirov a dagirkeriyê navenda Til Rifetê kir armanc, di encamê de 9 welatî birîndar bûn, ji nav 6 zarok bûn.

Ji zêdetirî 2 meh in, planên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca guhartina demografî ya seranserî sînorê Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûn. Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve û bi rêya êrişên dagirkirinê yên neyekser û yekser ji xaka Sûriyeyê, desthilata Tirkiyê rûberên fireh ji erdnîgariya Sûriyeyê dagir kirin, hemû şêweyên tirkkirin û osmaniyê li ser ferz kirin.

Kiryara ku dewleta Tirk a dagirker di vê qonaxê de birêya êrişên xwe yên balafirên bêmirov, hedefgirtina welatiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêk tîne, dikevin çarçoveya berdewama van planan û di çarçoveya şerekî giştî de ku dagirker li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê pêk tên. Da ku potansiyalên gelan û hêzan ku roleke girîng di têkçûyîna DAIŞ’ê de lîstine, qels bike.

Gera balafirên artêşa Tirk a dagirker li asîmana Sûriyeyê binpêkirina lihevkirin û peymanên navneteweyî ye û careke din tê teqezkirin ku rejîma neteweperest a îslamî ya bi nûnertiya AKP’ê nikare kiryarên xwe yên dijminane li hember gelên azad û hêzên demokratîk ên li herêmên bitepisîne.

Em sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete û terorîst li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin şermezar dikin, her wiha bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên garantorê lihevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker re dikin ku pêşî li van êrişên dagirkeriya Tirk bigirin, sûc û kiryarên wê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin.

Em bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin.

Li dawiyê jî bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku komîteyên lêpirsîna sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê kirine ava bikin û li hember sûcên kirine muhasebe bikin û dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyeyê re bi dawî bikin."