Dewleta Tirk Til Rifet û Til Temir bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifet a girêdayî kantona Şehbayê û Til Temir a kantona Hesekê bombe kir.
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifet a girêdayî kantona Şehbayê û Til Temir a kantona Hesekê bombe kir.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin dewleta Tirk a dagirker saet di 13.00’an de derdora navçeya Til Rifetê bombe kir. Di heman demê de li ser qadê Dronên Biçek jî geriyan.
Di heman demê de dewleta Tirk gundê Qibur Qeracnê ya bakurê Til Temirê jî bombe kir.
Derbarê her du êrîşan agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.