Şêniyên Qamişloyê: Em ê heta dawiyê xwedî li ax û şehîdên xwe derkevin

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û gotin, “Ji ber dewleta Tirk li herêmên Parastinê yên Medyayê têk çû, êrîşê sivîlên Rojava dike. Em ê heta dawî xwedî li ax û şehîdên xwe derkevin.”

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê têkîldarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker yê li taxa Sîna ya bajarê Qamişloyê ku bi balafirê bêmirov a bi çek pêk aniye û di encamê de 2 jê zarok 4 sivîl şehîd bûn nerazîbûnên xwe anîn ziman.

‘EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Endama Meclîsa Malbata Şehîdan Xedîje Ebas bêdengiya saziyên navneteweyî yên li dijî êrîşên ser sivîlan şermezar kir û wiha got, “Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi dehan zarok welatî birîndar dibin û şehîd bûn. Armanca êrîşan tirs avakirin û valakirina herêmê ye. Divê bê zanîn heta yek ji me hebe, em ê dev ji axê xwe bernedin. Em ê li pişt zarokên xwe yên ku di çeperan de li dijî dagirkeriyê ber xwe didin bin.”

'GELÊ ROJAVA 11 SAL IN DI REWŞA ŞER Û DORPÊÇÊ DE YE'

Kêfo Osman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di bin navê êrîşî terorîstan dike, bi sedan sivîlan qetil dike û wiha got, “Di encamê êrîşa li taxa Sîna ya bajarê Qamişlo de 2 zarok tevî bavê xwe dema ku li ser kar bûn hatin qetilkirin. Van mirovên sivîl ji bo debara xwe kar dikirin. Em êrîşên li ser sivîlên herêmê şermezar dikin. Dewleta Tirk ger ji dewletên navneteweyî pişt negirtibe, wê wiha bi hêsanî êrîşê sivîlan nekiriba. Ji xwe bêdengiya dewletên navneteweyî, hevkariya wê nîşan dide. Li ku Kurd hebin, li wir êrîş, qetilkirin û talan heye. Wek gelê Rojava 11 sal in em di rewşa şer û dorpêçê de dijîn. Dixwazin bi balafirên bêmirov a bi çek, gel bitirsînin û bidin koç kirin. Divê welatên navneteweyî vê yekê zanibin, dewleta Tirk bêy ku ferq bixe nav mirovan de sivîlên herêmê, jin û zarokan qetil dike. Divê li dijî êrîşan helwestên xwe nîşan bidin. Em ê warên xwe terk nekin û li dijî her cure êrîş li ber xwe bidin.” 

'HEVGIRTINA GEL GIRÎNG E'

Osman di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd ti carî dê teslîmiyetê qebûl neke û wiha axivî, “Gelê Rojava ji bo parastina van axan, bi hezaran şehîd da. Bi hezaran birîndar bûn. Ji bo bersivek bi hêz bê dayîn, hevgirtina gel girînge.”

‘WARÊN ME HEBÛN Û NEBÛNA ME YE’

Rêveberiya Meclîsa Malbata Şehîdan Necah Silêman Seîd jî wiha got, “Hedef girtina zarokan li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, tê wateya ku dewleta Tirk li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şer daye destpêkirin. Bêdengiya saziyên mafên mirovan û dewletên navneteweyî dide diyar kirin ku wan tevî dewleta Tirk li ser van êrîşan li hev kiriye. Dewleta Tirk di şerê li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê de têk çû, ji ber vê êrîşê sivîlên Rojava dike. Em ê xwedî li ax û zarokên xwe derkevin. Em ê warên xwe bernedin. Ji ber hebûn û nebûna me li vir e.”