Ji Zirganê heta bi Qamişloyê gundên li ser sînor têne topbarankirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji Zirganê htea bi Qamişloyê serê sibehê topan diavêje gundên li ser sînor.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji Zirganê htea bi Qamişloyê serê sibehê topan diavêje gundên li ser sînor.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
"Îro duşemê (8’ê Tebaxê) serê sibeha artêşa Tirk a dagirker hejmareke gundên sînorî topbaran kirin.
Gundên hatine topbarankirin û hejmarên topan wiha ne: Gundê Til Zîwan ê gundewarê bajarê Qamişlo (2 topên hawanê), gundê Xanîka yê gundewarê Amûdê (3 top), bajarokê Zirganê (3 top), gundê Çetelê ê gundewarê Dirbêsiyê (3 top)."