Dewleta Tirk a dagirker êrîşê koma Rojava TV kir
Dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Cizîrê gelek gundan bombebaran dike, li gundê Cirnikê ya Amûdê bi topan êrîşê koma Rojava TV kir.
Dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Cizîrê gelek gundan bombebaran dike, li gundê Cirnikê ya Amûdê bi topan êrîşê koma Rojava TV kir.
Dewleta Tirk a faşîst li gundê Cirnikê ya Amûdê, Rojava TV bi topan kir hedef.
Komên Rojava TV li Amûdê êrîşên dagirkeriyê dişopandin û li cihê ketina hundirê gundê Cirnikê rastî êrîşê hat. Di êrîşê de windahiyên can û mal çênebûn.
Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê û vir ve, gelek gundên herêma Cizîrê bombebaran dike.