Li hember sûc û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan li ber çavê hêza garantor Rûsya û hikumeta Şamê, bertekên neyênî di nav gel de derdikevin.
Ji bo şermezarkirina van kiryaran, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên sivîl li çerxerêya Basil a başûrê Qamişlo kom bûn û berê xwe dan navenda hêzên Rûsya ya li balafirgeha navneteweyî ya Qamişlo.
Êrîşên dagirkeriya Tirk piştî civîna Soçî ya di 5’ê Tebaxê de di navbera serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk hatî, zêde bûn.
Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen axivî û got: “Ji bo jiyaneke birûmet em ji mirinê natirsin, êrîşên dagirkeriya Tirk wê nekaribin ku em dest ji berxwedanê berdin, em azadîxwaz û aşitîxwaz in. Divê li hember dagirkeran em têkoşînê mezin bikin.”
Piştre şandeyek ji beşdaran ketin baregeha Rûsya da ku nameyekê radestî hêzên Rûsya bikin. Piştî şande vegeriya Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Qamişlo, Mesûd Dawûd diyar kir ku wan ji hêzên Rûsya xwestiye ku êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.
AMÛDÊ
Li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê jî, Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û hefefgirtina sivîlan xwepêşandanek lidar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê, partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlê xwepêşandanê bûn.
Xwepêşanderan ji qada Şengalê heta baregeha Rûsya ya li başûrê navçeyê meşiyan.
Li pêşiya baregehê, endama Partiya Çep Xada Ehmed daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye: “Di dema dawiyê de dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîş û hedefgirtina sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov ên biçek û topên giran, kir. Li vê herêmê jî hêzên Rûsya wek hêzên garantor hene, ji ber wê divê ew li hember van êrîşan xwedî helwesteke cidî bin.
Wek em dizanin lihevkirin di navbera hêzên garantor ên Amerîk û Rûsya de di 2019’an de pêk hat ku wan bi Tirkiyê re peymana agirbestê danî, lê dewleta Tirk agirbest bin pê kir û gelek sûcan li dijî welatiyan pêk tîne.
Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî li dijî sivîlan pêk anî ku di encamê de zarok, jin û temenmezin şehîd bûn, ev tê wateya ku dewleta Tirk tevahiya gelên herêmê dike armanc ne tenê gelê Kurd, nîşana wê yekê jî ew e ku ji gelê Ereb û gelên din şehîd hene.
Em wek Partiyên Yekîtiya Niştîmanî di serî de bang li Rûsyayê dikin ku ji ber li herêmê wek hêzeke garantor e van êrîşan rawestîne.
Li hember van êrîşan em ê bêdeng nemînin, berovajî wê ev êrîşane israra me ya girêdana bi axê û berxwedanê zêdetir dikin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê, Partiyên Yekîtiya Niştîmanî name radestî baregeha Rûsya kir.