Endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, ku li Tebqayê endameke wan dema bi erka xwe ya parastinê radibû, şehîd bûye.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endama wan a ji kantona Tebqayê ya bi navê Wîdad El-Hac Ebidulehmed li kantonê, îro (8'ê Tebaxê) dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdê wiha ye:

Navê şehîd: Wîdad El-Hac Ebdulehmed
Navê bav: Îbrahîm
Navê dayikê: Nadîre
Cih û dîroka tevlêbûnê: Tebqa, 04.07.2021
Cih û dîroka Şehadetê: Tebqa 08.08.2022

Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.