Artêşa Tirk gundekî Qamişlo bombe kir: Kesek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Zîwan ê Qamişloyê da. Di vê êrîşê de kesek birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin saet di 13.00’an de gundê Til Zîwan ê Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk hate bombekirin.

Di dema êrîşê de kesekî ku heywanê xwe diçêrand, birîndar bû.

Dewleta Tirk ji destê sibehê ve Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa, Girê Spî û Qamişloyê bombe dike.

Li gorî saeta herêmî saet di 15.20’an de jî careke din Amûdê bû hedef. Gundên Cirnik û Til Hemdûn ê bajaroka Topê hatin bombekirin.