Bi sedan Ereb, Suryan û Kurdan bi hev re cenazeyê şehîd Dara El-Meo spartin axê

Di meresîma veşartina cenazeyê şehîd Dara El Meo de, welatiyan diyar kir ku girtina rê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi yekîtiya pêkhateyên herêmê pêkan e.

Bi sedan Kurd, Ereb û Suryaniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê û tevlê meresîma veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Dara Silêman El-Meo bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Hac Ebdî Xelef axivî û derbirî ku dewleta Tirk a dagirker aştî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xera bike û herêmê ji welatiyên wê yên esil xalî bike.

Hac Ebdî Xelef îşaret bi wê yekê kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka şoreşê heta bi niha bi hemû şêweyan şerê terorê dikin, ku gelek dewlet û di serî de Tirkiye piştgiriya wan dikin û bi wê yekê hewil didin aramiya herêmê xera bikin û herêmê dagir bikin, şêniyên wê yên esil bikin koçber û kesên biyanî li şûna wan bi cih bikin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî axivî û got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk şerê terorê kirin, karîn serkeftinê bi dest bixin û rê li ber pêkanîna komkujiyan li dijî pêkhateyên herêmê bigirin, her wiha karî ewlehî û aramiyê mayînde bikin. Mihemed Zêdan bang li hemû pêkhateyan kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hişyar bin û li hember van êrîşan rabin.

Piştre nasnameya şehîd Dara El-Meo hate xwendin û radestê malbata wî hate kirin.

Li ser navê malbata şehîd, Casim El-Xelîfe bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li ser şopa şehîdan bimeşin da ku serketinê bi dest bixin û bi azadî û bi rûmet bijîn.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.