Balefireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li Qamişloyê da, birîndar hene

Balefireke bêmirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker devera li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya bakurê bajêr, bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene.

Balefireke bêmirov a bi çek  a artêşa Tirk a dagirker devera li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya bakurê bajêr, bombebaran kir.

Hate ragihandin di vê êrîşê de birîndar hene.   

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha têkidarî bûyerê tu daxuyanî nedaye.

Vê sibehê jî balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk malek li gundê Xerzê yê navçeya Amûdê bombe kiribû.

Di 6’ê Tebaxê de jî balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker li herêma Sîna erebeyek hedef girtibû, di encamê de di nav de 2 zarok û endamekî Dîspilîna Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, 4 welatî şehîd bûbûn.

Piştî civîna Tehranê ya di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk li herêmê zêdetir bûn.