Tevgera Hîlala Zêrîn: Em ê li dijî dewleta Tirk bi hev re li ber xwe bidin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir û got “Em ê bi hev re li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî rexne kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Heta kengî wê civata navneteweyî di xewê de be û rêxistina mafên mirovan û NY’yê wê cîhana xwe ya texmînan de dûrî rewşa heyî û binpêkirinên li dijî mafên mirovan be?

Ew yek jî bi taybet piştî pêşdeçûna mezin a medyayên dîjîtal û bûyer bi pêşbîniyên aliyên diyar ve nehatin girêdan, mîna binpêkirinên dermirovî û destwerdana dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan û AKP’ê li xaka Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Dewleta Tirk bi rêya balafirên bêmirov li zarok, jin, kal û pîran dide.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ev e ku îstîqrar pêk neyê, temenê rêxistinên terorîst mîna DAIŞ’ê û hevalbendiyên wê dirêj bibe, piştî ku YPJ, YPG û QSD’ê tevahî planên wan ên bêîstîqrariya li herêmên Rojhilata Navîn, bakurê Sûriyê û rojhilatê wê bi taybet, têk birin.

Her kes têkiliya xurt a di navbera rêxistinên terorîst û Erdogan de dizane. Ew bi hemû cureyan destekê dide ku xewna xwe ya desthilata Osmaniya Nû vegerîne. Bila Erdogan, hemû çete û alîgirên wî bizane ku em destekê didin gelê xwe û em ê li hember hewlên wan ên dagirkirina herêmên me ku demografiya herêmê biguherînin bisekinin, mîna li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din dike.

Em bi tundî binpêkirin û sûcên ku hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan li dijî herêmên me yên ewle pêk tîne şermezar dikin, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember van kiryaran şermezar dikin. ‎

Em bang li NY’yê, rêxistina mafên mirovan, hemû hêzên û rêxistinên têkildarî mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û dîrokî rabin û destekê nedin desthilata Tirk û çeteyên wê, da ku karesat li dijî herêmên me pêk neyên. Ji ber wê bandoreke giştî li rewşa Sûriyeyê bike. ‎

Em bang dikin ku qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên şer û yên bêmirov bigirin ku êrişên dewleta Tirk bi dawî bikin." ‎