Li Kobanê çaxê hevdana fisteqan e

Cotyarên darên fistiqan, li Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir. Fistiq yek ji giringtirîn berhemên aborî yê herêmê ye.

Ev nêzî hefteyekê ye ku fistiq li Kantona Kobaniyê û gundên wê tên berhevkirin. Ji zeytûnan bikeve, fistiq, yek ji giringtirîn berhemên aboriyê yê herêmê ye.

Cotkarê bi navê Beşîr Xidir, di der barê berhevkirina fistiqan de ji ANF’ê re wiha axivî: ‘’Îsal fistiq kêm peyde dibin. Ji ber peyde bûna kêm a sotemeniya ji bo derxistin av û kêmasiya ceyranê, ava mirov pê daran av bide têr bi dest neket. Lêwma îsal fistiq zêde pê neketin.  

Xidir anî ziman ku Fistiq têrê pêdiviyên herêmê dike. Lewma ne hewce ye ku mirov ji dewletê din fistiqan bikire. 

Xidir da bi lêv kir ku divê dar, salê çend caran werin avdan û bên dermankirin. Li gel ku dar têr nehatine avdan û dermankirin dîsa fistiq têrê pêdiviyên herêmê dikin.