Dewleta Tirk li Til Temirê sivîlek qetil kir

Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker, li Til Temirê gundiyek şehîd bû. Li gundewarên Amûdê û Şehbayê jî doh bi şev bombardûman hebû.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker serê vê sibehê saet di derdora 03:30'î de bi çekên giran topbaran li gundê Selmase yê li başûr rojavayê Til Temirê kir.

Di encama vê êrîşê de Îbrahîm Mihemed Heşê (55) ku koçberê ji gundê Sîbate yê bakur rojavayê Til Temirê bû, şehîd ket.

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev jî bombardûman li gundê Tawîlê yê li rojavayê Til Temirê kir, ku nêzî rêya M4 e.

Qadeke din a êrîş lê hate kirin, gundewarê Amûdê bû.

Artêşa dagirker bombe li hêzên hikumeta Şamê yên li gundêr Xerza yê li rojavayê navçeya Amûdê kir.

Heman şevê dagirkeran bombe li gundê Um Qura yê kantona Şehbayê jî barandin.

Li gorî agahiyan herî kêm 10 obus li herêmê ketin, lê li ser encamên êrîşê agahî bi dest neketin.