Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şehbayê protesto kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehbayê protesto kir.

Bi dehan endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye û endamên saziyên sivîl li qada Kampa Serdem a navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê hatin ba hev û daxuyaniyek dan.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Hiyan Elî daxuyanî bi zimanê Erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taybet herêmên Şehbayê û li dijî koçberên ku bi darê zorê ji gund û herêmên xwe derketine, zêde bûne û wiha dom kir: “Koçber li ser hêviya vegerê li kampên koçberiyê û herêmên Şehba û Şêrewayê bi cih bûn, lê dîsa jî ji hovitiya dagirkeriyê xilas nebûn ku komkujiyan li pay hev li dijî wan pêk tîne. Di 26’ê Tîrmeha 2022’an de karkerên sivîl li zeviyên çandiniyê yê navbera gundê Şêx Îsa û Til Rifetê de hatin bombekirin, di encamê de zaroka bi navê Fehîme Reşo (17) ku ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye û li navçeya Til Rifetê dimîne, hat qetilkirin û 5 jinên din birîndar bûn.

‘BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ GEL DIDOMIN’

Binpêkirinên li dijî sivîlan didomin. Di 04’ê Tebaxa 2022’an de balafirên bêmirov Û biçek ên dewleta Tirk bajarê Til Rifetê bombe kir, di encamê de 9 sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn birîndar bûn. Her wiha di encama komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker a di 21’ê Sibata 2019’an de pêk aniye û di encamê de 10 sivîl ji wan 8 zarok an jiyana xwe ji dest da û 10 kesên din birîndar bûn. Ev komkujî li pêş cîhanê pêk tên, bêyî ku tu aliyek li hember dagirkeriya Tirk helwestekê nîşan bide. Tevî ku ev sûc li dijî pîvan û qanûnên mafên mirovan, her 4 lihevkirinên Cinêvê û protokolên wê ne. Ev sûcên birêxistinkirî û sîstematîk in ku dikevin asta sûcên şer, sûcên dermirovî û sûcên qirkirina komî.

BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ

Wekî rêxistineke hiqûqî a mafên mirovan em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî û di serî de bang li NY’yê dikin ku erka xwe ya mirovî, qanûnî û exlaqî bi cih bînin û li dewleta Tirk zext bikin da sûcên xwe yên li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rawestîne, û ji wan herêman derkeve, her wiha li gorî qanûna navneteweyî hesabê ji ker kesê ku destê xwe di van sûc û binpêkirinan de heye, bixwaze.